Nîze

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Di gravûreke Holbein de nîze
Siwarekî kurd î bi nîze

Nîze yek ji çekên klasîk e, dişibe riman. Darikên dirêj û bi zergê ne. Ango serê wan bira (tûj) ne. Bo armanca bikaranîne, gelek cureyên wê hatine çêkirin.

Cudatiya rim û nîzeyê[biguherîne]

Di gelek zimanan da navê rim û nîzeyê bi yek bêjeyekê tê gotin. A rastî ewçend cudatî jî nîne. Rim biha ne, ji dar an lajwerdên baştir in. Rim çekeke taybet e, pirranî ji nîzeyan kurttir e. Cure û awayên rimê ji yên nîzeyan pirrtir in. Nîze rimeke çorsane ye.

Li Kurdistanê çeka siwariyan bûye[biguherîne]

Di artêşên kurdan de bi rimbazan re nedihatine xebitandin. Kurdan nîze di yekîneyên taybet ên siwariyan de xebitandine. Van yekîneyan êrîş dibirin ser şûrbazên dijmin, rê ji şûrbazên dost re vedikirin. Beriya wan jî tîrbazan (tîravêj, tîrendaz) tîr diweşandin.

Di artêşên ewropayiyan de wekî çekekê peyadaran (piyade) hatiye bikaranîn. Heger hejmara nîzebazan zêde ban û yekrêzî bi nîzeyên gelek dirêj êrîş bibirana ser yekîneyên tîrevan-kevandaran (kemandar), gelek biserdiketin. Lê di bihevçûnên pozpozî de manewraya wan kêm bû. Heger kevanên wan jî neban, bihevçûna wan dijwar dibû.

Dirêjiya nîzeyan 3-6 m bûye. Movika wê giran bûye. Di bihevçûnên artêşên deryayî de heya sedsala 19'an hatiye bikaranîn.