Nizip

Ji Wîkîpediya

(Hat ragihandin ji Nîzip)

Nizip navçeyek Dîlokê (Entebê) ye. 5 şaredarî, 79 gund girêdayî navçeyê ne. Rûber: 761.950 km² ye. Aborî li se sinayî û çandiniyê ye.

[biguherîne] Dîrok

Bingeha bajêr digihê 2000 sal beriya zayînê. Gorî arkeologên rojavayî li herêmê di dema paleolîtîk de cihwarbûn hebûye. Hethît, Mîtanî, Asûr, Pers, Grek, Ereb û vê dawiyê jî Romiyan (Tirkan) li herêmê desthilatî kirine. Herêm bi tevayî herdem di bin desthilatdariya dewlet û mîrîtiyên Kurd de bûye. Di dema Osmaniyan li herêmê gelek serhildanên Kurdan pêkdihat. Li dijî artêşên Fransiyan, di şerê yekemîn ê cîhanî de, Kurd berxwedaneke mezin didin û wan ji herêmê derdixin. Mixabin bi damezrandina Komara Tirkiyê ve, rewşa Kurdan xirab dibe. Kurd li herêmê tên assîmîlekirin û gelek koçberên Balkan û Qefqasyayê tînin bicih dikin.

Sala 1924'î Nîzip bi Dîlokê ve tê girêdan. Di sala 1926'î de jî dibe navçe.

[biguherîne] Wargehên balkêş û tûrîstîk