Nûrî Dêrsimî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nûrî Dêrsimî

Nûrî Dersimî (z. 1894 − m. 22'ê gelawêjê, 1973) yek ji serekên Serhildana Dêrsimê Dr. Nûrî Dêrsimî, di sala 1894'an de li Darayê hate dinê. Di temenê xwe yê ciwaniyê de Tevgera Neteweyî ya Kurd nas dike. Nûrî Dêrsîmî, di nava "Komeleya Bilind ya Kurd" ku di sala 1918an de di pêşengiya Seyîd Evdilqadir de tê sazkirin, cîh digire. Dêrsîmî, di nava vê tevgerê de bi awayekî çalak xebatê dike û bi tevî Elîşer ji bo meşandina xebatên siyasî diçe Koçgiriyê. Dêrsîmî, di nava pêşengên Serhildana Koçgiriyê de cîh digire û ji aliyê Hêzên Dewleta Tirk ve tê girtin, lê belê paşê bi alîkariya Seyîd Riza serbest tê berdan. Nûrî Dêrsîmî, dev ji têkoşîna xwe berneda û ji Serhildana Dêrsîmê re jî pêşengî kir. Piştî ku Serhildan bi awayekî bi xwîn hate serkûtkirin, Nûrî Dêrsîmî jî derbasî binxetê bibû. Dêrsîmî, li vê derê jî xebatên xwe yên siyasî berdewam kir.

Dr. Nûrî Dêrsimî di sala 22'ê tebaxa 1973an de li bajarê Helebê çû ser dilovaniya xwe. Goristana Nûrî Dêrsîmî li goristana Xanen ya li nêzî Efrînê ye.

Girêdanên derve[biguherîne]