Nûrî Malikî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nûrî Malikî

Nûrî Malikî an jî Nûrî Kamil Elmalikî (bi erebî: نوري كامل المالكي Nūrī Kāmil al-Mālikī) serokwezîrê komara Îraqê ye ko li paşî Hukmeta Gavîn ya Îraqê li hukmeta xwe ya 37-wezîrî damezirand. Ew piştî hilbijartinên giştî yên sala 2006ê li Îraqê bi lihevhatin a hemî aliyên siyasî yên ardar di parlementoya Îraqê da, bû serokwezîr.

Ew emîndarê giştî (sekreterê giştî) yê Partiya Deiwe ya Îslamî ye. Navê wî yê nepenî yê dema xebata Partiyê dijberî rijêma Seddam Hisênî Cewad Elmalikî bû. Ew şîe ye.

Jînenîgar[biguherîne]

Nûrî li roja 20ê Tîrmeha 1950ê li bajarê Ebû Xereqê, li navbera Kerbelayê û Hilleyê hat dinyayê. Wî li Zanîngeha Bexdayê master a edebiyata Erebî wergirt. Piştî wê, heyamekê li bajarê Hilleyê di perwerdeyê da kar kir. Ew li salên 1960an ko hêşta li zanîngehê bû, bû endamekê Partiya Deiweyê.

Bapîrê Nûrî Malikî, Mehmed Hesen, li dema Melik Melik Feyselê Yekê, wezîrê perwerdeyê bû.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)