Nûriye

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nûriye

Nûriye, şîraniyek ji herêma Amedê ye. Di pêjgeha ereb de her wiha cih digire.

Enstîtuya patentê ya tirk ev şîranî jî wekî tevahiya xwarin-vexwarinên Kurdistan û Anatoliyayê bi navê "xwarinên tirkî" patent kiriye, girtiye bin parastina zagonî. Ango heger yek bo mînak, bi vê navê dikanekê li ser xwarinên kurdî vebike, dikarin dozê lê vebikin. Navê wê bi romî (tirkî) kirine "sütlü nuriye türk tatlisi". Xwarin-vexwarin nabin mal û milkê neteweyan lê Tirkiye tevahiya xwarekê kurdî kiriye milkê dewletê. Nûriye bêjeyeke erebî ye, di wateya "roniya îlahî" de ye.

Berkeliya (melzemeyê) nûriyeya Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1/2 kg ard (arvan)
  • 10 hêk (tenê spîka [[hêk]ê)
  • Zerika 1 hêkê (tenê 1/4ê wê)
  • 250 gr rûnê nivîşkî
  • 200 gr behîv (bêî qalik)
  • 400 gr av
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) şekir
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) darçîn
  • 1 kg şîr
  • Dîsa 750 gr şekir

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Spîka 10 hêkan û 1/4 zerika hêkekê di badiyekê de biçelpînin, bi 500 gr ardê bistrên, hevîrekê hişkî çêbikin. 12 girikên hevîrê jê derînin, girikan vebikin. Ango bikin pelhevîrk (şikeva).

Pelhevîrkan li sêniyê raxînin, ser wan rûn bikin, qatekê behîv bikin. Viya bo dubare bikin. Ango nava pelhevîrkan bi rûn û behîvê bikin. Rûnê nivîşkî biqijilînin, bi ser qata jor de bikin, bavêjin argûnê (firneyê).

1 kg şîrê xwe bikelînin, bi ser sêniya pijiyayî de bikin, dîsa bavêjin firneyê. Hevîr baş pijiya û şîr kişand xwe, doşaviya (şerbet) we bi 750 gr şekir, 400 gr avê, bi kelî berdin ser sêniya sar nebûye û servîs bikin.