Nûyê Duwem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nûyê Duwem (bi tirkî: İkinci Yeni), rewteka helbesta tirkî ku di derdora 1950yan de ji aliyê helbestvan Cemal Sureya, Edip Cansever, Turgut Uyar, İlhan Berk û Ece Ayhan ve hatiye destpêxistin.

Li dijî Herka Garîp û li dijî Berrahiya Civakî ava bû ye.

Li gorî Nûyê Duwem, helbest ji bo helbestê dihê nivisandin. Civak û pêwendiyên civakê nav hedefên wê de tune ne. Rastî, bûyer û qalkirina çîrokan ne karê helbestê ye. Ji ber vê yekê jî wate ji helbestê avêtine û bi zimanekî girtî û ji fêhmê gel pirr dûr nivîsandine.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]