NASA

Ji Wîkîpediya

National Aeronautics and Space Administration (NASA, damezrandin 1958) saziya dewletî ya DYAyê bo xebat û lêkolînên hewa û kosmosê ye.

Bingeha damezrandina vê saziyê heya sala 1915'î kevn e. Berê li ser teknîk û lêkolînên balafiran xebat dikir. Navê wê yê wê demê NACA (National Advisory Committee for Aeronautics) bû. Armanca saziyê ya dizî, afirandina çek û firokeyên şer ên nû bo artêşa DYAyê bû. Bi destpêkirina pêşbirka lêkolîn û seferên kosmosê (valahiyê, fezayê) vê saziyê jî xebatên xwe berfirehkir.

NASA niha seferên roketan li dardixe. Ji şandina satelîtan a derê dorkaşa erdê û keşifkirina heyvê bigire heya şandina alavên keşfê bo exterên (gerstêrkên) dorkaşa rojê gelek xebatan dike. Bi milyaran Dolaran diravê terxan dike. bi hezaran xebatkarên û bi dehan laboratûvarên xwe yên nûjen, saziyeke mezin ê cîhanê ye.

Ji "http://ku.wikipedia.org/wiki/NASA" hatiye standin.