Nadir Şah

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Nadir Şahê Efşar
Nader Shah Afshar.jpg
Rêz Yekem şahê malbatê
Nav ê Bavî Imam Qoli Beg
Dem a desthilatdarîyê 1736 – 1747
Wezîr
Şah ê pêşîn Abbas III
Şah ê pişt ra Adil Shah
Silsile Efşarîye
Roj a bûnê 22'ê kewçêrê 1688
Wefat 19'ê pûşperê 1747
Zayîgeh Deregez, Xorasana Bakur
Cih ê defnê Kerbela ، Iraq
Nav ê xêzanan Reziya Xanim

Nadir şah serok ê êl a Efşarê a Kurmanc û Avaker ê hukmdarî a binemale a Efşariyeyê bû ko 12 salan li Îranê hukm kir. Paytex a wî bajar ê Meşhedê bû. Ew yek ji padişah ên bi-nav-û-bang ên Îranê ê van çend sedsal ên dawiyê bû.

Ber padişahiyê[biguherîne]

Nadir şah di sal a 1066ê h.h di êl a Efşarê a li Deregez a bakûr ê Xorasanê ji dayk bû. Ev êl ji du liq (ta) ên mezin pêkdihat: ew jî Qasimlû û Kerxlû bûn. Nadir şah ji a dûmahiyê bû. Şah Ismaîl ê Sefewî Eşîret a Kerxlûyê ji Azerbaycanê ber bi bakûr ê Xorasanê ve koçand (an jî koçber kir), û li derdor a Ebîwerdê, Deregezê, Baxerzê û heta sînor ê mervê akincî kirin, heta ko bibin berbestek li dij ê êriş ên Ozbekan û Turkmenan bo ser Îranê. Gelek ji wan êlan, di dem a Şah Abbas ê Sefewî da, di nav êl a Şahsevenê da heliyan.

Nav ê wî ê dirist "Nadir Qolî" bû. Hêj nebûbû 18 salî ko di êrişekê da ew û dayk a wî ji al ê Ozbek ên Xwarezmê ve hatin dîl girtin (êxsîr kirin), lê pişt ê demek ê kurt karî ko bireve û vegere Xorasanê. Pişt ê veger a xwe, ket xizmet a Bab Elî Beg ê mîr ê Ebiwerdê, û komek a merivan li dor xwe komkirin û nav ê xwe danî "Nadir Qolî beg".

Di wî demî da, Efxanan bi serokatî a Mehmûd ê Efxanî bi ser Isfehanê da girtibû û Şah Sultan Husseyn ê Sefewî kuştibû. Li pey wê bûyerê, kur ê Şah Sultan Husseyn ê Sefewî revîyabû Qezwînê û xwe bi padişah ê Îranê dizanî (1135 h.h), lê mîr ên pir dever ên cuda ên Îranê îtaet a wî nedikir. Mehmûd ê Efxan jî ko bi tenê hukm ê Isfehanê û derdor a wê di dest ê wî da bû, pişt ê demek ê kurt ji al ê pismam ê xwe Eşref ê Efxan ve hat kuştin (1137 h.h). Di vê navber ê da, Nadir Qolî beg ko ji tesîr a binemale û xanedan a Sefewî agehdar bû, xwe gîhand Şah Tehmasb ê Sefewî û bû serleşker ê wî (1139 h.h). Pişt ê demek ê kurt, Xorasan xist bin dest ê xwe.

Feodal ê mezin Melik Mehmûd ê Sîstanî ê mîr ê Sîstanê, mezintirîn dijber ê Nadir Qolî begî bû. Lê Nadir Qolî Begî li sal a 1726ê, piştevanî a Şah Thmasb ê Sefewî, Fethelîxan ê Qacar (kur ê Şah Qolî Xan ê Qacar û bapîr ê Axa Mihemet Xan ê Qacar) bi dest xist û karî rikeber ê xwe Melik Mehmûdî bişkîne û Sîstanê bixe bin desthilat a Şah ê Îranê. Ji ber wê yekê, Şah Tehmasbî Nadir Qolî kir kir walî ê xwe li Xorasanê. Pişt ra, Nadir Qolî Begî nav ê xwe kir Tehmasb Qolî. Salek pişt ra, navber a wî û Şah Tehmasbî mîn a berê nema, û bi awayek ê serbixwe çend eşîret ên Kurdan û Tirkan şkandin û xistin bi desthilat a xwe, û şer ê Efxanan jî kir. Nadir Qolî Begî Eşref ê Efxan li dever a Mêhmandûstê a ser bi bajar ê Damixanê û pişt ra jî li dever a Mûrçexurt a ser bi bajar ê Isfehanê, û ji bo car a 3ê jî li dever a Zerqanê a grêdaî ê bajar ê Şîrazê di şer ên dijwar da şkand û li pey Efxanan heta Efxanistanê jî çû û eşîret û êl ên wê derê jî xistin bin desthilatdarî a Şah Tehmasbî (paşa ê Îranî) (1729 an jî 1142 h.h). Bi vî awaî, Nadîr Qolî Begî dawî bi hukm ê 7 salî ê Efxanan li Îranê anî.

Pişt ê aram kirin a Rojava ê Îranê, Nadir Qolî Şahî ber ê xwe da dijmin ên xwe ên dereke, û li bakurê bi Rusan ra, û li rojavaê jî bi Osmanîan ra ket nav a şerî da. Di wî demî da, dîsan li rojhilat ê Îranê alozîyek a biçûk derketibû. Ji Nadir Qolî ra giringî a rojhilat ê Îranê ji ya cih ên din zêdetir bû. Ji ber wê yekê, dev ji şer ê dijmin ên dereke berda û dîsan vegeriya rojhilat ê Îranê. Şah Tehmasbî hinek hesûdî bi serketin ên Nadirî dibir, û xwest wisa bide xuya kirin ko ew jî tiştekî ji Nadir Qolî Begî kêmtir nîye. Lê di berdewam kirin a şer ê digel Osmanîan da tûş ê şkestin ên pir dijwar hat û bi rêkeftinnameyek a aştiyê da, beşek a mezin ji Azerbaycanê da Osmaniyan (1145 h.h). Nadir ji vî kar ê padişahî pir aciz bû û tev serok ên eşîretan li cihekî kom kirin û bi piştevanî a wan Şah Tehmasb ji padişahiyê xist û kur ê wî Şah Ebas ê 3ê (kur ê biçûk ê Şah Tehmasbî) li cih ê bav ê wî danî û xwe jî kir wezîr ê wî. Lê di rastiyê da, desthilat a dirist di dest ê Nadir Qolî Beg ê wezîr da bû. Pişt ê 2 salan, Nadir Qolî karî ko temamî a Azerbaycanê û Gurcistanê ji Osmanîyan bistîne û Osmanî bi awayek ê dijwar şkandin.

Padişahî a Nadir şahî[biguherîne]

Îran di dem a Nadir şahî da[biguherîne]

Ji gotin ên Nadir şahî[biguherîne]

Gor a Nadir Şah ê Efşar Meşhed

Şûngir ên Nadir şahî[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  • م.ر.آرنوا و ک.اشرافیان، دولت نادرشاه افشار، ترجمه حمید امین، انتشارات دانشگاهی، تهران، ۱۳۵۶
  • ک.توحدی ,نادر صاحبقران,۱۳۸۴
  • ک.توحدی,حرکت تاریخی کرد به خراسان,انتشارات توس و اسفند,۱۳۶۶و۱۳۷۸
  • کتاب درسی تاریخ سال سوم راهنمایی ایران، شرکت چاپ و نشر کتاب‌های درسی ایران، ۱۳۷۹، شابک ۹۶۴۰۵۰۰۶۶۶
  • افشاریه در تارنمای ایران میراث
  • Michael Axworthy, The Sword of Persia: Nader Shah, from Tribal Warrior to Conquering Tyrant Hardcover 348 pages (26 July 2006) Publisher: I.B. Tauris Language: English ISBN 1-85043-706-8

Girêdanên derve[biguherîne]