Nalî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Nalî Şarezûrî hat beralîkirin)
Nalî Şehrezûrî
Peykerê Nalî, li Silêmaniyê
Navê rastî
Mela Xidirê Ehmedê Şaweysê Mîkayîlî
Jidayikbûn1791 an 1801
Mirin1877
Stembol, Tirkiye
EsilKurd
BernavNalî
Hevwelatî Kurdistan
PîşeHelbestvan, Zimannas, Matematîknas
BandorkerEbdulkerîmê Muderîs
Dê û bav
  • Ehmedê Şaweysê Mîkayîlî (bav)
MalbatMîkayîlî
biguhêreBelge

Nalî an jî Nalî Şehrezûrî (b. 1791, Şehrezûr - m. 1855 Stembol, Tirkiye) matematîknas, helbestvan, û zimannasekî kurd e.

Navê wî yê resen "Xidir" e. Nalî Şarezûrî, lawê Ehmedê Şaweysê Mîkayîlî ye.[1]Li ser sala jidayîkbûna Nalî dîtinên cihêreng hene. Dîroknasê kurd Mihemed Emîn Zekî di pirtûka xwe ya bi navê “Kurtey Mêjûyî Kurd û Kurdistan” rûpelê 358'an de, wiha dinivîse: “Nalî di sala 1801'ê de li gundê Xakxolê ji dayîk bûye û sala 1857'an koça dawî kiriye. Mamoste Eladîn Secadî, di pirtûka xwe ya bi navê “Mêjûya Edebî Kurdî” de wiha dibêje: “Nalî di sala 1802'an de ji dayîk bûye û di sala 1859'an de çûye ser dilovaniya xwe.” Mamoste Dr. Marûf Xeznedar jî di destpêka "Dîwana Nalî" de wiha dinivîse: “Nalî di sala 1805'an de hatiye cîhanê û di sala 1859'an de, koça dawî kiriye.” Mamoste Muhemmed Mele Kerîm di pirtûka bi navê “Le Pênawî Nalî” de, dibêje: “Ewên ku serpêhatiya Nalî nivîsîne, ti çavkanî ji bo dîrokê diyar nekirine. Kesek tine ku bibêje Nalî di vê salê de hatiye cîhanê. Tenê tişta diyar ev e ku Nalî, Mîkayîlî bûye û lawê çandînerekî Şarezûrî bûye. Ji ber ku li Şarezûrê kesekî xwende tinebûye, êdî kê dê rojbûna Nalî binivîsanda? Her wiha roja mirina wî jî.” Mamoste Mesûd Mihemed di gotareke bi navê “Çepkêyek Le Gulzarî Nalî” de wiha dibêje: “Hacî Mele Evdileyê Celîzade vegotiye ku wî di sala 1871'an de Nalî li Mekeyê dîtiye û gelekî pîr bûye. Xuya bû ku wî çaxî heştê salî hebû.”

Li gor belgeyeke din ku ketî destê me, Nalî sala 1798'an jidayîk bûye û sala 1878'an koça xwe ya dawî kiriye. Li gor vê belgeyê Nalî di heştê saliya xwe de çûye ser dilovaniya xwe. Di gelek helbestên wî de jî xuya dike ku ew gelekî pîr bûye, her wiha ev salên dawî ku me li jor anîn zimên nêzîktirî rastiyê ne.

Nalî di helbesteke xwe de, pîrbûna xwe derdibire û wiha dibêje[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mûy spî kirdim be şuştin avî eynî şor e şet
Şor e şet yeînê ke tê da xo qelb û bebet

Helgire wek momî kefûrî beşew da mû be mûm im
Wa siyarû bû be xwênim nuqte nuqte xet be xet

Min delêm şew bû be roj nefsim delê roj bû be şew
Ew musîbe çunke çawî pê spî bû min xelet

Rewxenî dîde rijaye serkîtabî xetî xom
Çaw le îşî ew spî nûrîş be ser ew da seqet

Serd û germ e ahekem sewsegiyay kirdim be pûş
Payîzî rû bû be burdî sûr û zerdî muxtelît

Wechekem îsmî beyaz ema wereq zerd û siya
Ba muxetet bê be kefûrî keşîdey xoş nemet

Çûnke lewhî rû siyeh rûzerdî bê tezînî ye
Xwênî çawim cedWalî bê qetre kanîşî nuqet

Neqşî du mûyî bedewrî rû debête eybî şeyb
Ayeney rûpakî ye rûnakî ye nûr û şemet

Ya gedayêk e xenî ya padîşahêk e feqîr
Lem duwe xalî nî ye Nalî le rûy hedî weset

— Nalî
ÇÎN Û MAÇÎN

Xetat fermo ke xoşe Çîn û maçîn
Ke naçîn, lêre xoşe çînî maçîn

Birot her çîn û perçem çîn le ser çîn
Emende çî ne, qurban, pêm biĺê çîn?

Şikafêke kiĺafey nafî zuĺfit
Deřêjî mîsk û ‘enber lêre ta Çîn

Le ser bergî gulêkî baxî husnit
Hezar guĺçînî bê berg û newa çîn?

Eto mîhrîyy û mehrûyan sitarin
Le xizmet şewqî to da şewçira çîn?

Hemû zeřřatî mîhrî rûte baqîn
Xudaman bo beqa ye lêre laçîn

Biĺê Nalî be erbabî wefa: Bên
Hemû muhtacî xak û bêĺ û paçîn

— Nalî

Çend malik ji dîwana Nalî:

Faris û Kurd û Ereb hersêm be defter girtûwe
Nalî emro hakimî sê mulke dîwanî heye

— Nalî

Nemirdim min eger em care bê to
Neçim şert bê heta em xware bê to

— Nalî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]