Nanê bigoşt ê Soranê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Nanê bigoşt ê Soranê yan nanê Sînemiliyan cure naneke pêjgeha kurd e. Kurdên elewî yên Gurgum, Meledî û Sêwasê dipijînin. Ji herêma Soranê belav bûye.

Bertevî (melzemeyê nanê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bo hevîrê wê:

  • 3 SA (stekana-qedeha avê) ard (arvan)
  • Hevîrtirş (bi qasî du şekirên kûp)
  • 1,5 SA ava şîregerm
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) şekirê toz
  • 2 KÇ xwê (solin)
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê ron (bo mînak ê gulberojê)

Bo têkela wê:

  • Îsota sor
  • Îsota reş
  • Xwê
  • 2 serî pîvaz
  • 500 gr goştê kişandî yê bibez
  • 1/2 SA fistiqa dolmehê
  • 2 heb fringî (bacanê sor, pamîdor tomatos, şamî)
  • 4-6 heb îsota dirêj a heşîn

Ravek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi melzemeyên hevîrê, hevîr bistrên, bidin rawestandin. Di rûnbirêşkê de pîvaza hûrane hûrkirî û fistiqê sor bikin. Zerayî pê ket, goştê kişandî berdin navê. Hinekê biqelînin (ne pirr), frîngî û îsota hûrkirî, îsota reş, îsota sor, xwê tevlî bikin, biqelînin.

Hevîrê we werimî, kewa xwe girt, bikin 6 parçe, girikan jê çêbikin. Bi darikê tîrê gloverkî û bi qasî binika fîncanê vebikin. Helbet hûn dikarin mezin jî vebikin, li ser daxwaza we ye.

Têkela xwe ya ji goştê kişandî bikin nava şikevayê, bigirnijînin, wergerînin li piyana yan tebsiya binrûnkirî rêz bikin. Bi tevî tiyanê demekê bidin rawestandin. Girikên we nepixîn, kevçeyekê rûnê li ser rûyê wan bidin, bavêjin fireya pileya wê 250 ye. Bi qasî 10-15 deqeyan bipijînin. Êdî dikare were ser destexaneyê (sifre).