Nanê tîr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nanê tîrê (Dêrsim)

Nanê tîr, nanê tîrî ango nanê sêlê cureyek ji nanên kurdî ye. Ev nan zirav û gilower e û li Rojhilata navîn ji aliyê gelê kurd, suryanî, faris, ereb û cihû ve tê çêkirin. Ev nan gava ku tê çêkirin hişk e. Dema pêdivî bû, av pê tê werkirin, tê nermijî kirin. Gava nanê sêlê tê xwarin, mirov bi destên şil dilopên avê li serê diweşîne. Bi vî havî nan piştî 3-4 deqqeyan nermik dibe û (ji bo amadekiina'etûran) kare bê xwarin.

Çêkirina wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 500 gr ard (arvan)
  • 150 ml av
  • 1 KX (kevçiya xwarinê) xwê (solin)
  • Li ser daxwazê gelek hindik rûnê nivîşkî

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xwê di anava ava şîregermî de tê helandin, hêdî hêdî ard tê tevlîkirin. Girik tên çêkirin (îdeal 60-80 gr) û ew di cihekê ku tavê nagire de bi qasî 10-12 deqe tên rawestandin.

Girik tên vekirin, pelhevîrkên wê (şikeva) li ser kaxezên zirav tên raxistin û di argûnê de (firne, firûn) tên pjandin.

Yan jî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi taybetî berî destpêka zivistanê mirov sibehê ji xew şiyar dibe û derbasî ser agir û sêlê dibe. Hevîr tê stirîn û li ser text girêkên hevîr yên ku hatine amadekirin, tên vekirin heya ku hevîr zirav bibe. Taybetiyeke nanê sêlê ev e ku ziravbûna hevîrê xwe yê vekirî digihêje 1-2 mîlîmetran. Jin ew hevîrê vekirî bi rêya textê diavêjin ser sêlê. Sêla ku di bin de agirê bi ardû hatiye geşkirin û sor bûyî nanê dipijîne. Dema nanê sêlê tê pijandin, zarokên malbatê li kêleka dayîkên xwe yên ku nanê sêlê amade dikin disekinin, ji aliyekî ve xwe germ dikin, ji aliyê din ve jî nanê germ dixwin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]