Narinc
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Portakal an oranj
Çandinî li Brazîlê
Narinc, nîmo (latînî: Citrus) çînek ji famîleya sipindan (Rutaceae) e. Li cihên tropîk û subtropîk diçên. Fêkiyên wan tên xwarin. Riwekên dar û devî ne. 5 heya 25 m bilind dibin.
Vîtamînên C, P, B, karotîn, şekir dihewînin. 3 % jî rûn. Welatê wê Çîn û Hindistan e. Li Kurdistanê, li cihên germ dikarin biçên, lê çandinî tenê li Erzîn, Îskenderûn, hin deverên Gurgumê tê kirin. Di parfûmerîyê de herwiha tên bikaranîn.
| Welat | Rûber (ha) | Mêjera çandinê (t) |
|---|---|---|
| Brazîl | 915.056 | 20.682.309 |
| Çîn | 2.008.700 | 19.617.100 |
| Hindistan | 690.100 | 6.286.000 |
| Îran | 243.500 | 3.739.000 |
| Îtalya | 173.009 | 3.579.782 |
| Meksîk | 524.000 | 6.851.000 |
| Nîjerya | 732.000 | 3.325.000 |
| Spanya | 313.850 | 5.703.600 |
| Tirkiye | 94.600 | 3.102.414 |
| DYA | 376.050 | 10.017.000 |
[biguherîne]
Tevahiya wan riwekên ji cinsê Citrus (C.) ne:
| ▪ Turunc, tirinc | (Citrus aurantium amara) |
| ▪ Bergamote | (C. aurantium var. bergamia) |
| ▪ Lîmon | (C. x limon) |
| ▪ Sindî, Greyfûrt | (C. x paradisi) |
| ▪ Mandalîna | (C. reticulata) |
| ▪ Portakal | (C. x sinensis) |
| ▪ Leymûn | (Citrus aurantifolia) |
| ▪ Greyfurt | (Citrus paradisi) |
| ▪ Şadok (Pomelo) | (Citrus maxima) |
| ▪ Sêva cihûyan, sedrat | (Citrus medica) |
| ▪ Portakala hûrik, kamkat]] | (Citrus fortunella) |
Ev jî tê gotûbejkirin. Hin riweknas li ser narincan dijmêrin, hin jî wekî cinsekî Poncirusê.
| ▪Portakala sêpel | (Poncirus trifoliata) |