Navdêr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Rêziman
Navdêr (substantîv)
Lêker (verb)
Rengdêr (adjektîv)
Daçek (prepozîsyon)
Cînav (pronav)
Hoker (adverb)
Veqetandek
Jimarnav
Baneşan
Gihanek
Pirtûkên rêzimanê
Zimannasî
Etîmolojî
Lîsteya zimannasan

Navdêr tiştekî, lawirekî, an kesekî bi nav dike û ji cureyên din cude dike û ew bi navê xwe nêvnas dibe.

Navdêr di nav xwe de dibin du par: hevenav û serenav.

Hevenav: hevenav navdêrên gelempr in, ango ji yekî bêtir tişt, lawir, an kesan bi nav dike.

Çiya, gloik, pirtûk, xanî, karmend, kevir…

Serenav: serenav navdêrên taybet in, ango bi tenê tiştekî, lawirekî, an kesekî bi nav dike.

Raweyên navdêran[biguherîne]

Navdêr ji hêla ray û avakirina raweyê ve dibin sê par: 1. navdêrên xwerû (sade): di navdêra xwerû de, tîpên bêjeyê tenê tîpên rayî û resen in, û ti tîp an pirtik bi ser bêjeyê ve nebûne.

Wek: mal, defter, rê, dê, pê, ker, kevir…

2. navdêrên darijtî (pêkhatî,xurdezad): ew ji navdêrê xwerû û paşpirtikekê pêk tên, û bêjeyekê bi wateyeka nû çêdike ango navdêreka nû ku tiştek an heybreka nû bi navdike.

Wek: gavan, şivan, rêvan, karker,nûser,girtî, gundî…

3. navdêrên hevbend (hevedudanî): ev nav ji du bêjeyên xwerû bi hev dikeve û navdêreka nû û bi wateyeka têvel pêk tîne. Helbet yek ji bêjeyan navdêreka xwerû ye, û dibe ku ew ya dî dîsa navdêreka xwerû be, an rengdêr, hoker, daçek, bernav an rayê lêkerê be.

Wek:cegerxwîn, serhildan, keskesor,xwînmij…

Renge ku navdêra hevbend ji sê bêjeyên xwerû jî saz bibe.

Wek: berxwedan,

Renge ku navdêra hevbend ji navdêreka darijtî û bêjeyeka dî pêk were.

Wek: nêçîrvanî, rewşenbîrî,serokkomar, girtîgeh

Girêdanên derve[biguherîne]

Wîkîferheng Wîkîferheng: navdêr – Wate, Etîmolojî, Hevwate, Werger