Necmettin Büyükkaya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Necmettin Büyükkaya
Jidayikbûnjdb. 1ê kanûna paşîn a 1943an
Mirin22ê kanûna paşîn a 1984an (41 salî)
Amed, Bakurê Kurdistanê (Tirkiye)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Necmettin Büyükkaya (1943-1984) çalakvanekî têkoşîna kurdan bû.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Necmettin Büyükkaya di sala 1943an de li Siwêreg hatiye dinê. Dibistana seretayî li Siwêregê û navendî jî li Siwêreg, Amed û li Edenê xwend. Di navbera salên 1965-70an de çû Stembolê fakulteya Dadê xwend. Piştî Cûntaya Leşkerî a 12 Adara 1971ê wî dest ji xwendinê berda.

Di sala 1969an de di avakirina DDKOyê de cih girt û bû serokê wê. Di dema xwandekariya xwe da di nav TIP, T-KDP da xebat kiribû. Di navbera salên 1972-1974an de li Swêdê bi penaberî jiya[çavkanî hewce ye]. Bi efûyan 1974an cardin vegeriya. Di sala 1977an da ew û hinik hevalên xwe T-KDP qetiyan. Di 15ê nîsana 1982an da hate girtin.

Di 22ê kanûna paşîn a 1984an de li zindana Amedê bi lêdanê hat kuştin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]