Nihâl Atsız

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Nihal Atsız hat beralîkirin)
Nihâl Atsız
Jidayikbûn12 kanûna paşîn 1905 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin11 kanûna pêşîn 1975 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kadıköy Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêGoristana Karacaahmetê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Pîşe
DînTengrîzm
Zarok
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hüseyin Nihâl Atsız (jdb. 12ê kanûna paşîn a 1905an; m. 11ê kanûna pêşîn a 1975an) yek ji damezrêner û bîrdozên nîjadperestiya tirk e.

Kurtejînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di malbateke leşker de ji dayik dibe û dest bi perwerdeya bijîşkiya leşkerî dike. Xwandina xwe bidawî nake û pirranî bi karê Pan-Tûranîzmê re bilî dibe. Fakûlteya wêjeyî diqedîne li Stembolê. Nivîsen wî di gelek kovar û rojnameyên hemandemî de dihatin weşandin. Wekî mamosteyê wêjeyê li Meletî, Edirneyê kar kiriye. Ji ber nêrînên xwe yî "Zêde-Tirk" gelekan aciz dike. Di bin baskê komeleyên li dijî komûnîzmê de li dijî siyasetmedar û kesayetiyên çepgîr ên hemandemî têdikoşe û giliyên wan bi artêşê ve dike. Gelek caran tê darizandin.

Lêgerîn û lêkolîn wî yên afirandina nîjadperestiya tirk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di bin bandora Nazî yên Alman de, li avakirina ramanên nîjadperestiya tirk geriyaye. Ramanên Ziya Gökalp û Mustafa Kemal Atatürk pejirandiye û ew kêm dîtiye. Wî jî wekî yê din îdeologiya tûranîzm, Pan Tûrkîzm pejirandiye lê li fikreke bêî ola îslamê geriyaye. Ji îslamê nefret dikir. Bingehê tûranîzmê bi olên beriya îslamê, tengrîzm, şamanîzmê ve girê daye. Gorî wê di cîhanê de nîjada herî hêjatir tirk in û neteweyên din divê hemî ji tirkan re xulamtiyê bikin. Li ser bermahiyên mongolan û efsaneyên wan dikole û ji ber ku Mongolya xwedî bandoreke xurt nebû, li wan xwedî derdikeve û dike malê tirkan. Efsaneya Ergenekonê, Mete, Atîlla, Cengîz Xan, Kültigin hwd hemî dike malê tirkan û wek1i bingeh jî xîtabeyên Orkûn (Orhun) nîşan dide. Bi Alparslan Türkeş re xebatên hevpar dike. Ji ber ku Ziya Gökalp ê îdeologê Pantûrkîzmê bi xwe kurd bû,[1][2][3] hinde bi tamsarî nêzîkî wî dibû[çavkanî hewce ye].

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Uzer, Umut (1 hezîran 2013). "The Kurdish Identity of Turkish Nationalist Thinkers: Ziya Gökalp and Ahmet Arvasi between Turkish Identity and Kurdish Ethnicity". Turkish Studies. 14 (2): 394–409. doi:10.1080/14683849.2013.802900. ISSN 1468-3849.
  2. ^ Naci Kutay, İttihat Terakki ve Kürtler, Koral Yayınevi, 1991, ISBN 978-975-8245-69-7, p. 38.
  3. ^ Sabine Adatepe, "Das osmanische Muster“: Das frühe Ideal des M. Ziya' (Gökalp) anhand ausgewählter Artikel in der Wochenschrift Peyman" in Hendrik Fenz, Strukturelle Zwänge- persönliche Freiheiten: Osmanen, Türken, Muslime: Reflexionen zu gesellschaftlichen Umbrüchen. Gedenkband zu ehren Petra Kapperts, Walter de Gruyter, 2009, ISBN 978-3-11-020055-3, p. 31.