Nizamettin Ariç

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nizamettin Ariç
Jidayikbûn1956 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Nizamettin Ariç hunermendekî kurd e. Bi muzîk û fîlmên xwe tê nas kirin.

Ew bi navê Feqiyê Teyran hatiye naskirin, lê belê navê wî yê rastîn Nizamettin Ariç e.

Ariç li herêmeke ku dengbêjî lê xurt bû hate dinyayê, li Serhedan. Ew li ber dengê Şakiro, Gerabêtê Xaço, Meyrem Xan û Zadîne Şakir mezin bû.

Di sala 1956 ji ber sedemên aborî malbata Ariç ji Agirî bar dike Enqerê. Di sala 1976 de jî ew bi awayekî çalek di radyoya TRT ya Enqereyê de programên hunerî amade dike. Ji ber ku ew di sala 1979 de li Agirî konserekê bi zimanê Kurdî pêşkêş dike, ji TRT tê avêtin. Piştre di navbera salên 1979-1980 de cara yekemîn bi navê Feqiyê Teyran albomên bi navê Bêrîvan, Dîlan û Diyarbekir derdixe.

Nizamettin Ariç, xwediyê awayeke taybet e, ew hunermendekî dengxweş, deng bilind û gotin şêrîn e. Bi giranî wî stranên folklorîk gotine, lê belê gelek helbestên Cegerxwîn jî bi dengê xwe pêşkêş kirine.

Yek ji albomên wî yên navdar Zînê ye. Zînê neynika trajedî û dramaya gelê Kurd e, Şahînê Bekirê Soreklî nivîsandiye.

Li kêleka stranan Ariç fîlmeke serkeftî jî pêşkêş kiriye, ew jî Klamek ji bo Beko ye.

25 salên jiyana xwe pêkêşî stran û hunera kurdî kirin. Bi deng, awaz û sazbendiya xwe wî bi her awayî bizav kiriye ku vê çandê biparêze û ji bo nifşên pêşerojê bi awayekî modern pêkêş bike. Yek ji afirandinên wî jî ew bû ku stranên gelêrî bi şêweyekî nû eda bike. Ne tenê serkeftina di awayê strandinê de, her wiha wî di warê rejîsoriya fîlman û lîstikvaniyê de nîşan da.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Muzîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kurdish Ballads 1 û 2
  • Cûdî
  • Wêneyên xewnê (Helepçe)
  • Çiyayên me
  • Dayê
  • Zînê
  • Bêrîvan
  • Dîlan
  • Diyarbekir

Sînema[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]