Noam Chomsky
Ji Wîkîpediya
Noam Chomsky (7 Berfanbar 1928) kevne dersdêrê zimanzanistî li Massachusetts Institute of Technology (Înstîtuya Teknolojiyê ya Massachusettsê) ye. Navûbangên wî ji ber afirandina Rezmana Zayîndek e ko wesa dihêt hesibandin ko mezintirîn pêşkevtin di warê zimanzanistê tîyorî da bûbit li sedsala 20'ê. Wî bi pêdaçûna Riftara Peyvanî ya F. B. Skinnerî harîkarî ya serhildana şoreşa zanînbawerîyê di revazanistî da kir. Di wê pêdaçûna xwe da wî rikeberî ya boçûna riftarbaweran di xwîndina ziman û hişî da kir ko li salên 1950'an gelek baladest bûn. Boçûna wî ya siruştbawerane di ware xwîndina zimanî da felsefeya zimanî jî bandora xwe hişt.