Nusret Kılıçaslan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nusret Kılıçaslan
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Nusret Kılıçaslan (bilêvkirina bi kurdî: Nûsret Kiliçaslan) (jdb. 1ê kanûna paşîn a 1947an li gundê Dêrika Hesê Ûso ya Qoserê, Mêrdîn - m. 24ê nîsana 2007an li heman derê) siyasetmedarekî kurd bû. Yek ji damezrênerên DDKOyê bû.[1][2]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Enqereyê (paytextê Tirkiyê) di kolêja Yükseliş, beşa endazyariya avadaniyê de dixwîne. Hêj di ciwanzaroktiya xwe de ji bo azadiya Kurdan têdikoşiya. Li Enqereyê têkilî bi rewşenbîr û kurdperwerên şoreşger ên wê demê re têkilî datîne. Tevlî damezirandina DDKOyê dibe. Ji ber ku ji malbateke dewlemend bû, piştgiriya Kurdên xizan dike û çalakiyên Kurdan fînanse dike.

Sala 1969î mîtînga Kurdan a Enqereyê ku berdewamiya mîtîngên rojhilatê (Doğu Mitingleri) bû, organîze dike. Di sala 1970î de ji aliyê dûgela Tirk ve tê girtin lê heman salê dîsa berdidin.

Di cûntaya leşkerî ya 1971î de tê girtin û wî dixin zîndanê. Di zîndanê de tevlî bexwedanan dibe û di dadgehan de berevaniya doza Kurdan dike. Ji aliyê dewleta Tirk ve bi cezayê zîndanê yê 12 sal zîndanî û 5 sal jî sirgûniyê tê cezakirin. Di efûya giştî ya 1974î de tê serbestberdan.

Xebatên polîtîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew ji zaroktiya xwe heya mirina xwe bi rêbazên rewa, aştiyane û demokratîk li azadî û serxwebûna Kurdan digere. Yek ji damezrênerên Hak ve Özgürlükler Partisi, HAKPARê bû û berpirsiyariya partiyê ya Mêrdînê jî kiribû.

Di 19ê kanûna pêşîn a 2006an de tevlî damezrandina Katılımcı Demokrasi Partisi (Partiya demokrasiya tevlîkar) KADEPê bû û wekî endameke meclîsa vê partiyê xebitî.

Ew di 24ê nîsana 2007an de ji ber xwînneçûna mejî, jiyana xwe ji dest da.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Devrimci Doğu Kültür Ocakları dava dosyası, Cilt 1, Komal, 1975, p. 334.
  2. ^ Emin Demirel, Geçmişten günümüze PKK ve ayaklanmalar, IQ Kültür Sanat, 2005, ISBN 9789752550384, p. .