Okyanûsa Başûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Okyanûsa Başûr

Okyanûsa Başûr (Deryaya Cemsera Başûr, Deryaya Cemeda Başûr, Okyanûsa Antarktîka jî tê nav kirin) okyanûsa li başûra dinya dikeve ye. Okyanûsa Başûr bi 20.327 milyon km² aqara xwe Okyanûsa duhem a herî biçûk a cîhanê ye. Kûr bûna xwe heta 5.805 m heye.

Erdnîgarî[biguherîne]

Okyanûsa Başûr li başûra hêlîpan 60, li dor parzemîna Antarktîka ye. Li bakura wê Okyanûsa Atlantîk, Okyanûsa Hindê û Okyanûsa Mezin heye. Okyanûsa Başûr, okyanûsa herî nû hatiye salixdan e. Di bihara 2000an de Organîzasyona Navneteweyî ya Hîdrografiyê ( bi îngilîzî: International Hydrographic Organisation - IHO) bi fermî ew bi Okyanûsa Başûr salix da. Sînoren wê gorî Hevûdaniya Antarktîk (bi îngîlîzî: Antarctic Convergence) hat nişankirin. Ew dera ko ava germ û ava sar digîhen hev e. Navbera hêlîlkanên başûra 40an û 60an de ye.

Dane[biguherîne]

Okyanûsa Başûr 20,327 km² aqara xwe heye. Heta 5.805 m kûr bûna xwe heye û li dor 44° qerinc(boylam) a rojhelat û 61° hevêrkên berahiya başûr dikeve. Kûr bûnake 7235 m. radigîhê Okyanûsa Başûr jî, ji bo ew li bakura 60° hêlîpan dikeve ew xala di Okyanûsa Atlantîk deye

Deryayên dor[biguherîne]

Deryayên dor Okyanûsa Başûr ev in: Deryaya Amundsen, Deryaya Bellingshausen, Deryaya Ross û Deryaya Weddell.

Girav[biguherîne]

Giravên di Okyanûsa Başûr de ev in: Girava Alexander-I., Girava Balleny, Girava Berkner, Girava Ross, Girava Georgiya Başûr, Girava Başûra Orkney û Girava Başûra Şetlandê.

Giredanê derve[biguherîne]