Zimanê oksîtanî
Ji Wîkîpediya
|
||||
|---|---|---|---|---|
| Welat | Fransa, Spanya, Italya, Monaco | |||
| Hêrem/Navçe | Katalonya, Liguria û Welatê Baskî,Midi-Pyrénées , Languedoc-Roussillon, Provence-Alpes-Côte d'Azur , Limousin | |||
| Hejmar Zimanaxêvan | Nêzîkî 1,939,000 mîlyon | |||
| Rêz | — | |||
| Tîpolojî | — | |||
| Rêz bi Zimanmalbat | ||||
| Hînd û Ewropî (Rêz SIL - hesankirin)
|
||||
| Rewşa fermî û kodên ziman | ||||
| Zimanê fermî ya | Andorra; Katalonya, Giravên Balear û Valensiya ji Spanyayê | |||
| Bi rêxistin | Conselh de la Lenga Occitana | |||
| ISO 639-1 | oc | |||
| ISO 639-2 | oci | |||
| ISO/DIS 639-3 |
Oci | |||
| SIL | Occitan | |||
| Bibînin : ziman, listeya zimanan, koda rengan | ||||
Oksîtanî (oksîtanî: occitan / lenga d'òc, fransî: occitan / langue d'oc) zimanekê romanîyê ko li sêya yekên başûra Fransayê, Îtalyayê û Spanyayê ( Katalonya) tê axaftine. Lê ew bi tenê li navçeya Val d'Aran (Katalonya, Spanya) wek zimanê fermî tê nas kirin.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Nav
Navê zimên ji peyva òc, ko di zimanê oksîtanî de tê maneyê "erê" de pêk te. Zimanên gallo-romanîyê ko cûrayên Oksîtanî bi piranî wek zimanê òc (langue(s) d'òc ) dihatin navkirin. Herwiha zimanê cûreyên Fransî jî wek zimanên langue(s) d’oïl dihatin nav kirin. "Oc" di zimanê Oksîtanî de, Oîl jî di zimanê Fransîya kevin de dihate maneye "erê". Navçeya Languedoc ko di herêma Fransayêyê Languedoc-Roussillon de dimê jî bo derên ko Oksîtanî dihat axaftin hatibû navkirin.
[biguherîne] Zarav
Zaravên Oksîtanî wiha ne:
- OKsîtanîya Bakur
- Oksîtaniya Başûr
- Gaskonî (li Gascogne).
[biguherîne] Dîrok
Oksîtanî ji Vulgar latîn(Latînîya Xelkê) de li başûra Fransayê îroj afirîbû. Ew pê re bin bandorên hin zimanên din de ma û îroj bi zimanên dinên romanî ve pir li hev tên.
Heta sedsala 12'an ji derve Latîna Vûlgar du zimanên dinên nivisî afirîbûn. Yek zimanê ko li bakura Loire peresî Langue d'oïl, yê ko îroj wek zimanê Fransî tê zanîn bû, yek jî zimanê oksîtanî ko li başûr wê çaxê wek Langue d'oc dihat navkirin bû. Ew wê çaxê wek Provensalî (provençal) an jî Limousinî (limousin) jî dihat navkirin.
Pê destpêkirina navendparêzîya bi dema Ludwig XIV re zimanê Oksîtanî di hevotîna dibistanan de hat qedexa kirin û bo bikaranîna rojana bandor li ser hat kirin. Li ser gîşkê re jî pê Şoreşa Fransayê ya di 1789an re bandora wî zimanî bi piranî zirar dît.
Ji sedsala 19'an virve bo pêkanîna zimanekê oksîtanîya modern xebitîn hene.
[biguherîne] Îroj
Oksîtanî îroj li sisîya yekên(1/3) başûra Fransayê ko hin caran wek Oksîtanya tê nav kirin dorê 2-3 mîlon kes tê axaftin. Lê ew kesên ko encax deha yekên(1/10) gelî wê derê dikin, bi piranî yên pîr bûne û ew bikaranîna jî bi gelemperî di axaftinên navbera malbatê de ne. Ew bi gelemperî êdî ne zimanekê rojane ye.
Ew li hin deran îroj li dibistanan bi Fransî ve tê hîn kirin û li hin bajaran jî bo tabelayên deran û hişyarkirinê tê bikaranîn. Mîna ko li bajarê Toulouse tabelayên bi Oksîtanî jî tê darxistin û navên Toulouse û Carcassonne wek di Oksîtanî de Tolosa û Carcassona tên nav kirin. Lê zimanê fermî dîsa jî Fransî ye.
Ew ji hêla enstîtuya Institut d'Estudis Occitans ê li Toulouse bi şûn bûyî tê standardîze kirin.
[biguherîne] Girêdanên Derve
- panOccitan.org - L'Occitan de communication (frans3i û oksîtanî): bo gramêr, ferheng û înformasyonên kurt
- TVist'1 - Nûçe bi Oksîtanî

