Olîgarşî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Olîgarşî
ὀλιγαρχία Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Kategorî:Olîgark Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Olîgarşî (bi fransî: oligarchie, bi yewnanî: Ὀλιγαρχία, olîgarxîa) coreyekê desthilata siyasî ye ko tê da çend kesek anko komeke mirovên bijare ko bi zengîniya xwe, malbata xwe an jî hêza leşkirî dihên veniyasîn desthilatdar in. Ev peyv di zimanê yewnanî da ji ὀλίγον, olîgon bi ramana "kêm" an "hindik" û ἄρχω, arxo, bi ramana "desthilat" hatiye.

Olîgarşî, arîstokrasî û plutokrasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek coreyên olîgarşiyan hene ko dixwazin xwe wekî arîstokrasî bidin niyasîn. Lê bi her awayî olîgarşî bi hêsanî ji monarşî anko keyatiyê dihêt niyasîn. Arîstokrasî desthilata "baştirîn" û "jîrtirîn" kesên nav civakê ye. Monarşî desthilata kesekê bi tenê ye. Carina jî xelkek heye ko li pişt tanca keyatiyê, bi awayekê nepenî, ji ber zengîniya xwe desthilatdariê dikit. Ev coreyê desthilatê ko ji ber zengîniyê ye plutokrasî ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]