Omîd Kurdistanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Omîd Kordestanî

Omîd Kordestanî, ku li Tehranê[çavkanî pêwîst e] di sala 1963'yan de hatiye dinê, yek ji berpirsiyarên malpera (makîna) lêgerînê Google e.

Omîd Kurdistanî ji Tehranê ye[1]. Omîd Kordestanî di 14 saliya xwe de piştî ku bavê wî mir çû San Jose, California. Li zanîngeha San Jose State University endezyariya elektrîk xwend.

Omîd Kurdistanî li şîrketa navdar Hewlett Packard weke muhendis kar kir. Ew di şîrketa Internet-Pionier Netscape Communications navekî berbiçav e.Wî di Googlê de beşê bazirganiyê ava kir. Di encama xebata wî de Google di warê bazirganiyê de pir bi pêş ket. Di sala 2005'an de, Google 6 mîlyar dolar qezenc kir. Omîd Kordestanî, cigirê serokê malpera Netscape ye. Di salekê de ji 88 mîlyon dolar hatina wê di 18 mehan de kire 200 mîlyon dolar. Omîd Kordestanî di sala 2006'a de, di lîsyeta 100 dewlemendên cîhanê de cih girt.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]