Opera (gerok)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Opera
Opera 27.0 li Windows 7

Malper    opera.com
Avabûn 1996
Xwedî Opera Software
biguhêreBelge

Opera wekî Internet Explorer, Mozilla û Mozilla Firefox gerokek (browser) ji bo înternetê ye. Taybetiya Opera biçûkbûn û lêza xwe ye. Opera jî yekemîn ji gerokên mezin ku bi kurdî hat wergerandin.

Opera belaş e, lê ne nivîsbariya azad e. Opera xwe bi reklam fînanse dike. Mozilla û Mozilla Firefox nivîsbariya azad e.

Opera geroka yekemîn e ku li kurdî hatiye wergerandin. Opera 7.53 di tîrmeh 2004'an de qediya. Opera 8.0 jî di sala 2005'an de bi kurdî hate weşan.

Opera 7.53 ku ji alî Rêzan Tovjîn ve hate wergerandin di malpera www.opera.com de ji meha tîrmeha 2004'an de hate weşandin. Ev ji bo zimanê teknîk ê kurdî gaveke girîng bû û yekemîn car bernameyeke bi vî rengî fireh bi kurdî hate pêşkêşkirin. Binêre: Nivîsbariya kurdî

Opera 7.54 jî di meha Gelawêja 2004'an de derket. Di sala 2005'an de Opera 8.0 bi kurdî derket.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]