Seksa oral
Seksa oral, seksa devîn yan jî karê seksî yê bi dev yek ji cureyên seksê, têkiliya seksî ye û bi bikaranîna devê hişyarkirina organên zayenderî ye.
Peyva oral ji oris (dev) a latînî tê. Bi devê, ango lêv û ziman alastina organên zayenderî yên partner e. Di gelek çandan de ji xeynî seksa genîtal cureyên din rewa nayên dîtin an bi veşartî tê kirin. Gorî ola îslamê seksa oral ne heram lê nîvheram e. Herwekî têketina spermayan a dev heram-qedexe ye. Li hin welatan bi fermî qedexe ye. Bo mînak li Sîngapûr seksa oral û seksa anal bi fermî qedexe ne.[çavkanî pêwîst e]
Heger hîjyenîk nebe hemî cureyên seksê dikare bi xwe re hin nexweşiyên mîkrobîk belav bike. Zerika reş û zerika zer dikare bi riya seksê derbasbibe. Vîrûsên Papilloma dikarin şêrpenceyê li dev derînin. HIV jî herwisa.
[biguherîne] Cureyên sereke yên karê seksî yê bi dev
- 69 (Şêst û Neh): Di heman demê de alastina organa partner e. Ango mêr a parcota xwe, jin jî yê parcotê xwe.
- Fellatio an jî felasyon: Alastina organa zayender a mêr e. Pirranî serê penîsê tê hişyarkirin.
- Cunnilingus an jî kunîlîngus: Bi ziman û lêv hişyarkirin û anîna orgazma jinê ye. Pirranî klîtorîs tê stîmûlîzekirin.
- Anilingus an jî anîlîngus: Stîmûlîzekirina anûsê ye (zotik, zûtik, tîzik)
Hin cureyên seksa awarte yên di heman beşê de jî hene. Bo mînak: Cumshot (bixwîne kemşot), Deepthroating (bixwîne dîpsrowtîng) hwd. Parcot dikarin di seksa oral de prezervatîvê jî bikarbînin.