Ordîxanê Celîl

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ordîxanê Celîl (24ê tebaxa 1932 li Êrîvanê - 20ê cotmeha 2007 li Sankt Petersburgê), doktorê zimannasiyê, profesor, zargotinnas û ronakbîrekî kurd ê binavûdeng bû.

Di sala 1951an de li Zanîngeha Êrîvanê beşa fîlolojiyê dixwîne û di sala 1956an de teva dike. Heman salê li Akademiya Zanistê ya Ermenistanê, di beşa Kurdolojiyê de mîna asîstan kar dike. Celîl yekemîn asîstanê beşa kurdzaniyê ye. Di sala 1957an de li Zanîngeha Lenîngradê li Înstîtuya Zanistî ya Rojava di Kursiya Kurd de dest bi kar dike.

Ordîxanê Celîl yekemîn spîkerê Radyoya Kurdî ye û 3 salan vî karî dike. Demek, bi birayê xwe Celîlê Celîl û xuşka xwe Cemîle Celîl re li Gurcistan û Ermenistanê, li herêmên ku kurd lê dijîn digerin û li ser zargotin û edebiyata gelêrî ya kurd lêkolînan dikin û berheman berhev dikin.

Di sala 1958an de diçe serdana Başûrê Kurdistanê û li wir, li ser zimanê kurdî lêkolînan dike. Dîsa di salên 1970yî de li ser kurdên ku sirgûnê Kazaxistan û Turkmenistanê bûne, xebatan dike.

Pirtûkên wî

  1. Stranên Lîrîk Ên Gelêrî yên Kurd (1964)
  2. Kela Dimdim
  3. Xanê Dest Zêrîn
  4. Biwêj û Gotinên Pêşiyan Ên Kurd
  5. Çîrokên Gelêrî Yên Kurd
  6. Folklora Kurd (2 cild in û bi birayê xwe Celîle Celîl re amade kirine)

Çavkanî