Ornella Muti

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ornella Muti

Ornella Muti lîstikvana Îtalî ye.

Di 9'ê adarê sala 1955an de li Romayê hate dinê.

Hemû dinya wê wekî Onnella Muti nasdike lê navê wê ya rastî Francesca Romana Rivelli ye. Ewê wekî navê herî girîng ya sînemaya Îtalî tê qebûl kirin. Ornella Mutî di sala 1969'an bi fîlma La Moglie Piu Bella (bi kurdî: Hevala herî xweşik) dest bi sînemayê kir. Di 38 salê de 99 fîlm kişand. Piranî di filmên Ewrûpayî de lîst.Di anketa kovara bi navê 'Class' ku di sala 1994'an de di seranserî cîhanê pêkanîbû Ornella wek jina herî xweşik hate hilbijartin. Bi xweşikbûna xwe ya xwzayî her tim rûya herî balkêş ya sînemaya îtalî bû. Li gor Mutî tiştê ku jinan kêşwer, balkêş û xweşik dike bişirîna wê û feraseta wê ye. Mutî xwedî 3 zarok û neviyeke ye.

Girêdanên derve[biguherîne]