Osetên Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Oset an alan yek ji komên etnîkiyên kêmjimarî li Bakûrê Kurdistanê ne. Osetî heya demeke boriya nêzîk de li çend gundan li Serheda bakûr rûdiniştin. Van salan dawîn de hemî barê metropolên Tirkiyeyê û Kurdistanê kirine. Gundên Osetiyan li Qersê, Milazgirê, Mûşê, Bedlîsê û Xinûsê bûn. Ew di sedsala 19'emîn de bi macirên çerkez ve ji qefqazyayê koçberê Kurdistanê bûne[1]. Kurd ji wan re jî wekî hemî macirên ji qefqazyayê acem an jî tat dibêjin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]