Osman Özçelik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Osman Ozçelik hat beralîkirin)
Osman Özçelik
2019
Jidayikbûn1952 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Osman Ozçelik (bi tirkî: Osman Özçelik) (z. 1952 li Dêrika Çiyayê Mazî) nivîskar û siyasetmedarekî kurd û niha parlamenterê Sêrtê yê DTPê ye[çavkanî hewce ye].

Di sala 1952an de li Dêrika Mêrdînê hate dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Dêrikê û lîse jî li Amedê xwend. Di sala 1975an de Zankoya Dermanfiroşiyê ya Zanîngeha Stembolê qedand. Piştî qedandina zanîngehê li Stembolê bi cih bû û dest bi karê dermanfiroşiyê kir. Di vê demê de di desteya rêveber a serokatî û endamtiya Odeya Dermanfiroşan a Stembolê de kar kir.

Siyasetmedar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ozçelîk di dema xwendekariya xwe de nasbûnî bi siyasetê kiriye û di nav DDKOyê de cih girtiye. Dema sekreteriya Odeya Dermanfiroşan a Stembolê dikir di nav damezrînerên HEPê de cih girt û serokatiya rêveberiya Stembolê ya HEPê kir.

Piştî ku HEP hat girtin wek endamê damezrîner û cîgirê serokatiya DEPê cihê xwe girt. Ozçelîk bi rêzê ve HADEP, DEHAP û DTPê de bênavber siyaset kir û di asteke bilind de rayedariya van partiyan jî kiriye.

Nivîskar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ozçelik demek dirêj e ku di rojnameya Azadiya Welat de qunciknivîsiyê dike. Li ser helbestvanê kurd Cegerxwîn jî lêkolîneke wî heye û herî dawî li ser romanekê dişixule.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ozçelik xwedî pirtûka bi navê Kulîlkên Qeşayê ye.

Wergêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]