Otonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Otonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê, OFNÇ (bi rûsî: Федеральная национально-культурная автономия курдов Российской Федерации, Federalnaya natsîonalno-kulturnaya avtonomiya kurdov Rossiyskoy federatsî) saziya civakî ya tevrûsyayî ye û kurdên li Rûsyayê hildigire nav xwe. Kongreya avaker a OFNÇyê di 28ê nîsana sala 2000î de li Moskowê pêk hat.

Serokê îroyîn Ferhat Patiyev e.

Armanc û hedef[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Armanc û hedefên Otonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê di rêziknameya saziyê de hatine diyarkirin. Armanc û hedef, ev in:

  • Vejiyandin, parastin û pêşxistina çanda gelê kurd, zimanê wî, lêkolînkirina dîroka wî;
  • Parastina urf û edetên gelê kurd;
  • Avakirina mercan ji bo parastin, lêkolînkirin û belavkirina zimanê kurdî di nav kurdên Rûsyayê de;
  • Pêşxistina hevkarî û têkiliyan bi saziyê netewên din ên li Rûsyayê;
  • Parastina maf û berjewendiyên zagonî yên endamên OFNÇ kurdên FR'ê di saziyên dewletê de di çarçoveya zagonên Rûsyayê de;
  • Pêşxistina têkiliyan bi civak û komelên kurdan ên li hundur û derveyî welêt.

Xebata li herêmên Rûsyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Otonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê xebatên xwe li herêmên Yaroslavil, Moskowa, Îvanovo, Nîjniy Novgorod, Tambov, Saratov, Krasnodar, Stavropol û bajarê Moskowê, herwiha li Komara Adige dimeşîne. Otonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê xwedî dibistanên yekşem e, perwerdeyên çand, huner û ziman ji bo zarok û ciwanên kurd dide. Rojên dîrokî û cejnên netewî pîroz dike. Rojname diweşîne û xwedî malpera web e.

Serokên Otonomiya federal a neteweyî ya çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Otonomiya federal a neteweyî çandî ya kurdên Federasyona Rûsyayê ji hêla Serokê Konseyê ve tê rêvebirin. Serokê Konseyê di Kongreya wê ji bo du salan tê hilbijartin.

Numre Serok Destpêka peywirê Dawiya peywirê
1 Şerefê Eşîrî
(Аширян Шараф Чарказович, Ashiryan Sharaf Charkazovich)
2000 2002
2 Ezîzê Cewo Mamoyî
(Мамоян Азиз Джавоевич, Mamoyan Aziz Dzhavoevich)
2002 2004
3 Teymûr Şevêşov
(Шавешов Теймураз Георгиевич, Shaveshov Teymuraz Georgievich)
2004 2010
4 Ferhat Patiyev
(Патиев Фархат Абдурахманович, Patiev Farkhat Abdurakhmanovich)
2010 Li ser
peywir e

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]