Owen Chamberlain

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn


Owen Chamberlain (* 10'ê pûşperê 1920 li San Francisco; † 28'ê reşemiyê 2006 li Berkeley) fîzîknasekî DYAyî bû. Sala 1959'î bi tevî Emilio Segré, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Jînenîgarî[biguherîne]

Lawê radyolog ê W. Edward Chamberlain bû. Piştî bidawîkîrina kolêjek di sala 1941'î de, dest bi perwerdeya fîzîkê li zanîngeha Californiayê dike.

Beriya ku bi Emilio Segrè re dest bo projekta Manhattan bike, peywirdariya xwe ya leşkeriyê bi cih tîne. Alîkariyeke mezin ji Enrico Fermi dibîne. Sala 1949'î dibe doktorê fîzîkê û doktoraya xwe jî bi angaşta li ser rewşa neutronên qels di herikbaran de dide.

Li heman zanîngehê sala 1958'î dibe profesor. Sala 1959'î bo demekê li Harvardê dixebite. Sê caran evînmarî bûye (zewiciye). Sê keç û lawekî wî çêbûne.

Xebat û girîngî[biguherîne]

Dema di projekta Manhattan de dixebitî, li ser fîzîka dendîkî lêkolîn dikir. Dîsa lêkolîn li ser efekta polarîzasyonê, antîproton, proton, T-Sîmetrî li cem elektron-protonan hwd lêkolîn kiriye. Keşfa antîprotonan kiriye.