Özgür Ülke

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ozgur Ulke hat beralîkirin)


Özgür Ülke, rojnameyeke ye ku ji 1994 ta 1995 bi tirkî weşan kir. Di 2ê kanûna paşîn a sala 1995an de bi biryarê dadgehê hat girtin.

Rojnameya Özgür Ülke di 28ê nîsana sala 1994ê de dest bi weşanê kir. Di 3ê mijdara sala 1994 an de, navenda rojnameya Özgür Ülke ya Stembolê hat bombe kirin û xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwe wenda kir. Mina ku sansûrkirin û qedexekirina belavkirina rojnamê, an jî bi sedan dawe vekirina li dijî nivîsên rojname ne bes be, gelek xebatkarên wê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin revandin û kuştin. Rojnameya ku di şertên legal de dihat weşandin, di şertên ilegal de dihat xwendin.

Li beramberî ewqas astengî û zordariyan, rojname weşana xwe berdewam kir, lê belê hêzên dewletê vê yekê tehemûl nekir û ew bombe kirin. Di encamê de, hemû avahiya rojnamê şewitî, kompitur nedihatin xebitandin, lê belê xebatkaran dev ji karê xwe bernedan, hemû nûçeyên xwe berhev kirin û roja mayîn rojnamê careke din weşandin.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]