Pê (yekîn)
Ji Wîkîpediya
Pê (bi Inglîzî foot) yekîneka pîvana dirêjahîyê ye. Li goreyê gelek sîstemên yekînan pê bi gelek awayan dihêt pênasekirin. Lê bi giştî, ji sê-yeka heta çar-yeka metirê ya SIyê ye. Her yardek 3 pê ye û her pêyek jî 12 înç e.
[biguherîne] Pênase
Li sala 1958ê, Welatên Yekgirtî yên Emrîkayê û welatên Hevberjewend yarda navneteweyî 0.9144 metir dana. Bi vî awayî her pêyek dibit 0.3048 metir.
[biguherîne] Dîrok
Di gelek kultur û ferhengên cîhanê da zarav û yekîna pê heye. Cara pêşîn, li sala 2575ê berî bûna Îsayî, Sûmeriyan ev yekîn bikaraniye.

