Pêjgeha Kosovoyê
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pêjgeha Kosovoyê ji xwarin-vexwarinên Kosovoyê re tê gotin. Pêjgeha Kosovoyê ji yên gelên cîran ne cudatir e. Şaxek ji pêjgeha balkanî ye. Di bin bandora xwarin-vexwarinên albanî, yewnanî, romî (tirkî), slavî, îtalî û gelên cîran serb, kroatî û bosnayî de rengê xwe girtiye.
Kosovo dewleteke serbixwe ya nû ye. Berê parek ji Yûgoslavyayê bû. Niştecihên vî welatî pirranî alban in.
Tava e Prizrenit [biguherîne]
Ji xwarinên Osmanî ye. Ji goştê berxê, bacanreşk, fringî, pîvazê ye, bi germî tê xwarin. Cureyek ji tiyanên Anatoliyayê ye û gelek tiyanên (taweya firneyê) wiha yên kurdî jî hene.