Pêjgeha albanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pêjgeha albanî yan pêjgeha Albanyayê ji xwarin, vexwarinên gelê alban, ji cure û awayên amadekirin, hilberîna xwarin, vexwarinên wan re tê gotin. Pêjgeha albanî şaxek ji pêjgeha balkanî ye. Di xwarinên-vexwarinên albanan de nan, fringî, masî, kartol, kelem, lovî (lobiye) û şîranî cihekê sereke digirin.

Dema Osmanî tên herêmê, bandoreke mezin lê jiyana wan dikin. Xwarin, vexwarinên wan dikevin bin bandora yên erebî, farsî û romî (tirkî). Xwarinên Anatoliyayê li Albanyayê jî serdest dibin.

Bo albanan dana herî girîng navroj e. Navrojên wan rengîn in. Miheqeq divê selete hebe li ser destexaneyê (sifre). Arû, fringî, zeytûn, sirke, xwê û rûnê gulberojê ji seleteyên wan kêm nabin. Dîsa bo xwarinê jî xwarinên quşxaneyê, riz, kartol, masî û mezeyê pirr dixwin. Kafêya tehl û çayê jî gelek vedixwin.

Li ser destexaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beriya xwarin destpê bike Ju bëftë mirë! (alb. bo Noşîcan be!, heger mirov peyv bi peyv wergerîne: Divê baş bi devê we be!) dibêjin, û bi hev re wiha bersivê didin Faleminderit, edhe ju gjithashtu! (wergera peyv bi peyv: Sipas, ji we re jî wisa be!). Gorî dab û nêrîtan divê xwediyê malê (mêr) gelek caran bipirse ka mêvan dixwaze hêj jî bixwe, yan dixwaze tiştekê din bixwe. Dema xwarin bidawî bû xwediyê malê dîsa dipirse: A je ngopur? (werger: Têr bûyî/Te têr xwar?).

Hin ji tehmên devê albanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beriya xwarinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tarator

Xwarin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bandora Anatoliyayê: Nanê bi navê Kulaç
  • Tavë dheu
  • Tavë kosi - Mast- û gevola rizê bi goştê mihê
  • Kilorên albanî
  • Petë - cureyeke pîzayê
  • Mirîşka ji gûzê dagirtî
  • Turli - Hêyavk
  • Fërgesë Kavaje - Xwarineke quşxaneyî ji fringî, îsotê ji Kavajayê
  • Biftek - Ji goştê kişandî, penîrê mihê dagirtî
  • Qofte të skarës
  • Şorbeya kartolê bi goşt
  • Fasule - Navê şorbeya bi fasûliyê
  • Mûsakaya albanî
  • Burani - Cure şorbeya fasûliyê
  • Lakër - Şorbeya kelemê
  • Pêçangeyên, dolmehên albanî

Şîranî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peqlewe li tevahiya welatên misilman tê xwarin

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]