Pêjgeha ermenî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Pêjgeha ermenî, xwarinên ermeniyan, kûxniya filehan, aşpêjxaneya Hayastanê (bi ermenî: Հայկական խոհանոց) ji cureyên dewlemendiya xwarin û vexwarinên Ermenistanê, yê gelê ermenî (hay) re tê gotin. Li diyazporaya hayan jî bi giranî heman xwarin tên xwarin.

Xwarinên ermeniyan gelek zêde ne, pêjgeha wan gelek dewlemend e. Xwarinên ermeniyan û kurdan pirranî hevpar in, yek in. Lewra wekî cîran jiyane. Beriya komkujiya ermeniyan, hejmareke mezin ermenî li Kurdistanê dijiyan.

Bandora xwarinên qefqazî, faris, ereb, romî (tirk), kurdan jî lê ser pêjgeha ermeniyan heye. Ermenî jî tendûrê (ermenî tonûr, tonîr dibêjin) dizanin û bikartînin.

Xwarinên sereke yên ermeniyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]