Pêjgeha hindî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pîlaw tendurî

Pêjgeha hindî yan xwarin û vexwarinên Hindistanê, xwedî gelek taybetiyan e û ji gelek aliyan ve pêjgeha hindî bandora xwe li yên gelên cîran kiriye.

Gava mirov behsa xwarinên Hindistanê bike biharbêhn (biharat) divê neyê jibîrkirin. Heya bigire hin şîranîyên wan jî bi biharbêhnê ne. Goştê mirîşkê ji yê sor bêhtir tê bikaranîn, ev jî ji baweriya hinduîzmê ye. Bi dehan cureyên nanê tên pijandin. Bi hindî ji nanê re nan dibêjin. Herwiha ew jî tendûrê dizanin.

Di nava herêmên Hindistanê de ji gelek aliyan ve cudatî hene. Li Hindistanê gelek baweriyên olî û hindikayî hene. Li bakurê welêt bandora xwarinên mongolî tê dîtin. Xwarinên ji berhemên şîr, goştê bizinê û berxê, kakil pirr tên bikaranîn.

Li rojhilatê şîranî pirr tên xwarin. Gelek xwarin li wir bi bendaliyan re hevpar in. Riz, li rojhilatê herwiha navdar e. Li başûr riz, xwarinên ji hevîrê, hêyavk, masî, fêkî navdar in û pêjgeha başûr dişibe ya tamîliyan.

Xwarin-vexwarinên navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]