Pêjgeha spanî

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Paellaya valensiyayî

Pêjgeha spanî ji xwarinên-vexwarinên Spanyayê re tê gotin. Di nava herêmên Spanyayê de ji aliyê xwarin-vexwarinan ve gelek cudatî hene. Masî û çêjên deryayê cihekê sereke digirin. Ji zebzeyan kartol û berê beqleyan navdar in.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Heger bi kurtî behsa pêjgeha spanî bê kirin

  • Xwarinên quşxaneyê yên rengîn û pirranî bi berên beqleyê tên çêkirin
  • Ji sebzeyê bêhtir, di xwarinan de goşt, çi goştê sor, çi kedanî, çi masî tê bikaranîn
  • Ji rûnan rûnê zeytê
  • Bi temayî bikaranîna biharbêhnan (biharat)
  • Piştî kelînê berkelî (melzeme) pirranî hêj jî dîtbar in. Ango spanî kêm pureyê (helîse) dixwin
  • Spanî jî wekî kurdan sîrxwur in, ango sîrê gelek bikartînin
  • Sos û biharbêhn di seleteyan de kêm tên bikaranîn

[biguherîne] Xwarin-vexwarinên navdar

[biguherîne] Primer Plato (Xurînî, xwarinên sivik)

[biguherîne] Segundo Plato (Xwarinên giran)

[biguherîne] Postre (Şîv û şîranî)

[biguherîne] Sos

  • Alioli, ajoaceite, mayoneza katalanî ya bi şîr û zeyt allioli ye
  • Mayonnaise, orjînala navê wê mahonesa ji herêma Mahó a li Menorkayê
  • Vinagreta, tevlîhevkirina rûn-sirkeyê

[biguherîne] Sosîs û jambon

Kengeya (jambon) Chorizo.
Sosîsa Longaniza.

Ji benî û sosîsan re bi spanî embutidos dibêjin. Hin ji wan ev in:

[biguherîne] Pêjgehên herêmî û yên gelên Li Spanyayê dijîn

Li Spanyayê jî wekî Tirkiye, Îraq û Îranê ne tenê neteweyek dijî. Li Spanyayê ji xeynî spaniyan baskî, katalanî gelên din jî hene.

[biguherîne] Xwarinên navdar ên navneteweyî bûne

Jamón Serrano
  • Rioja: şeraba sor a herêma Riojayê
  • Jamón Serrano: Jambona Serrano
  • Cava: cava anku kawa, şampanyaya katalanî ya navdar a ji herêma Penedèsê û gelek cihên din ên Katalonyayê ye.
  • Turrón: helawa valensî ye, navê wê yê valensî-katalanî turró ye.
  • Paella: paelyaya navdar a Valencia ye.
  • Gazpacho Andaluz: gazpaçoya endulusî
  • Tapas: mezeyên cuda cuda.
  • Horchata: vexurika orxata (valensî-katalanî) ji Valencia ye.
  • Tortas de Aceite: ji Sevîlya
  • Manchego: penîrê mançego ji herêma La Mancha ye.

[biguherîne] Çavkanî

  • Culinaria España - Spanische Spezialitäten. Könemann Verlagsges. mbH, Köln 1998, ISBN 3-8290-1442-2 (almanî)

[biguherîne] Girêdan

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din