Pêjgeha swêdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kufteyên swêdî

Pêjgeha swêdî sade ye û çêkirina xwarinên wê jî ne dijwar e. Penîr, nan, sosîsên malê, xwarinên masiyan, goştê kişandî, goştê şivira kedî, şîranî û tiyan (taweyên firneyê) sereke ne. Her diçe ku bandora pêjgeha fransî, xwarinên amerîkayî û asyayiyan zêde dibe.

Xurdemeniyên herêmî yên ji kuvark, biharbêhn (biharat), heşînî, zebze, şîr û fêkiyan, bi hazirî tên kirîn û bikaranîn. Ji ber ku li Swêdê havîn kurt û zivistan jî dirêj in, pêjgeha swêdî jî gelek cih daye xurdemeniyên demekê dirêj xirab nabin. Li hin deverên Swêdê cuda bin jî, swêdî jî sê danên rojê dixwin. Taştêyeke sivik (frukost), navroj (lunch) û şîv (middag an kvällsmat).

Dab û nêrîtên destexaneya (sifre) swêdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Swêdê pirranî nan, rîçal û berkeliyên din (melzemeyên xwarinê) di malê de tên çêkirin. Nan, penîr ûêd bêî ku kerî bikin tînin ser destexaneyê, dihêlin ku her kes gorî xwe kerî bike. Swêdî jî wekî kurdan heya ji wan tê binikên xwe xilas dikin. Ango xwarinê îsraf nakin û hev yek bêrêzî tê dîtin.

Di vexwarinan de mêvan li hêviyê dimînin ku xwediyê malê Skål (noş, noşîcan be) bêje.

Xwarin-vexwarinên navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Biff à la Lindström biraştina goştê kişandî bi krema, pîvaz, hêk, kartol (yan nanê ponponî û pincar-silk-dîbsorê)
  • Flygande Jacob („frende Yakob“, ji navê derander Jacobsson, pîlot bû) cureyekê gulaşê ye ji goştê mirîşkê, mûz û fisteqê, di salên 1980'yî de navda bû
  • Gravad lax, ji somonê
  • Kufteyên swêdî ji girikên goştê û sosê tê amadekirin
  • Lutfisk, ji masiya hişkkirî
  • Pyttipanna (ji „pytt i panna“, gicika-hûrika di rûnbirêşkê de) ji kartol, pîvaz û goşt
  • Surströmming ji masiyên cemisîbûyî, meyîbûyî.