Pêjgeha yewnanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Aşxaneyeke kevneşopî li Atînayê

Ji pêjgeha yewnanî yan pêjgeha grekî mirov xwarin-vexwarinên Yewnanistanê fêhm dike. Tê zanîn grekiyan bandoreke mezin li çanda Ewropa, herwiha ya cîhanê kirine. Çanda yewnaniyan berdewama çanda romayî, bîzansî ye. Herwiha xwarin-vexwarinên yewnanî jî gelek dewlemend in.

Pêjgeha yewnanî ji gelek aliyan ve dişibe pêjgeha kurd û pêjgeha Tirkiyeyê. Şaxek ji pêjgeha balkanî ye. Di xwarinên yewnanî de bandora xwarinên peravên Deryaya Navîn, ereb, fransî, slavî jî heye.

Taybetiyên berbiçav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hêkên boyaxkirî

Wekî tevahiya pêjgehên welatên peravê Deryaya Navîn, di xwarin-vexwarinên yewnaniyan de herwiha zebze, biharbêhn, îsot, darçîn, cureyên çêncê, hêşînahiyên biharê, masî, rûnê zeytê, tiyanên goştê yên bi zebzeyê, hêyavk, şorbe, nanê spî ûêd hene.

Dab û nêrîtên xwarin-vexwarinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yewnan yekî vexwînin xwarinê, wekî kurdan heya bikarin destexaneyê dixemilînin, dilê mêvanê xwe xweş dikin. Beriya xwarinên giran yên sivik dixwin. Li aşxaneyan jî wisa ye. Vîtrînên xwaringehên wan hene, mirov dikare bibijêre.

Li xwaringehên yewnanan kalîte gelek girîng e. Mirov dikare beriya xwarin-vexwarinê bêje hinekê test bike, biceribîne ka çêjdar e yan na. Ne şerm e. Du kes dikarin ji yek binikekê bixwin, ev jî normal tê dîtin ku li Kurdistanê jî wisa ye. Yewnan destexaneyên (sifre) xwe dixemilînin, li ser xwarinê suhbet dikin, kêfê didin xwarinê.

Meze û xwarinên sivik[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin xwarinên navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pastîtsiyo

Vexwarin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Şerabên çêjdar ji giravên Yewnanistanê
  • Bîrayên yewnan
  • Ûzo
  • Mavrodaphne (Μαυροδάφνη)
  • Tsîpûro (yewnanî: Τσίπουρο)
  • Metaxa
  • Kafê û çay