Pêlîstokên seksî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Pêleyîstokên seksî yên rengorengo yên modern ku ji sîlîkon hatine çêkirin.

Pêlîstokên seksî ji van aletan re tê gotin, yên ku di çarçoveya pratîkên seksî de ji bo harkirina rih û bedenê mirov têne bikaranîn.

Çend pêlîstokên seksî[biguherîne]

Vîbrator û pêlîstokên din ên seksî bi gelemperî ji bo harkirina rih û bedenê têne bikaranîn. Vîbratorên ku ji bo armancên pratîkên seksî jî bi pirranî bi şeklê penîsan hatine çêkirin.

Pêlîstokên vajînayê[biguherîne]

Ji pêlîstokên ku meriv dikute vajînayê re dîldo (xirê plastîk/sîlîkon) tê gotin. Li gorî armanca bikaranînê ew dîldo xwediyê taybetiyên cuda ye.

Pêlîstokên penîsê[biguherîne]

Ji bo mêran aletên qulikî hene yên ku bi şeklê qulikên bedenê hatine çêkirin da ku mêr xwe pê bikişîne, pê masturbasyonê bike û xwe vala bike.

Pêlîstokên anusê[biguherîne]

Dîldo, ango penîsên lastîkî/sîlîkon ên ku ji bo kutandina anusê tên bikaranîn, ji yên vajînal kintirin û ji bo ku bi tevahî neketiv hindurê meriv binê wan firehtir e.

Herwiha, pêlîstokên ku ji bendên morikan pêk tên jî hene û ew jî dixin hindurê anusê û hêdî-hêdî jê kaş dikin.

Çavkanî[biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)