Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji PJAK hat beralîkirin)
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê
Partî Jiyanî Azadî Kurdistan
KurtePJAK
HevserokSiyamend Mu'înî
Zîlan Vejîn
Damezrandin4 Nîsan 2004
SergehÇiyayên Qendîlê
RojnameAlternatîv
Welatî Azad
Sazandina ramanêNavenda lêkolînên stratejîk a Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê
Baskê ciwananKomelgeya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR)
Rêxistina civakîKomalgeyê Demokratîk û Azadê Rojhilatê Kûrdistanê (Kodar)
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR)
Hêza parastinêYekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK)
Hêzên Parastina Jinan (HPJ)
ÎdeolojîDemokrasiya rasterast
Mafê çarenûsê
Konfederalîzma Demokratîk
Sosyalîzma Liberteryen
Sosyalîzma demokratîk
Dij-kapîtalîzm
Komunalîzmê
Jineolojî
Femînîzma sosyalîst
Ekolojiya Civakî
Helwesta siyasîÇepgir
Reng     Sor      Zer      Kesk
TelevîzyonAryen TV
Malpera nûçeyanAjansa Nûçeyan a Firatê
Malper
www.pjak.eu/

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, bi kurtî PJAK, li Rojhilata Kurdistanê (Îranê) çalak e. PJAK di sala 2004'an kongreya xwe ya yekem pêk anî. Serokê PJAK'ê Hecî Ehmedî ye.

PJAK di Kongreya xwe ya yekem de xwe weke rêkxistinekê ku rêbaza Şaristaniya demokratîk bingeh digre plana xwe darişt. Piştî zêdetirî salek û nîv di kongreya duyem de bi pejirandina Sîstema Konfedralîzma Demokratîk ku ji aliyê Ebdulla Ocalan ve hatibû pêşkeşkirin derbazî pêvajo û asteke nû bû di xebatên xwe de. Ev Kongre di payîza 2005'an de li çiyayên Qendîl li başûrê Kurdistan hat li dar xistin.

Kampên leşkerî yên PJAKê li Çiyayên Qendîlê ne. Her çend PJAK xwe ji PKK cûda bihesibîne jî têkiliyeke xurt heye. PJAK li gor bernameya xwe qada têkoşînê Rojhilatê Kurdistanê bijartiyê. Lê DYA PJAKê wek PKKê wek organîzasyoneke terorîst binav dike. Dibe ku tesîra têkiliyên Tirkiye û DYA yê bibe sedema vê binavkirinê.

Hêjayî gotinê ye ku PJAK yek ji endamên KCKye

Newroz TV (rojhilat) kenala televîzyonê ye ya nêzîkî vê tevgerê.

Di sala 2005’an de yekemîn koma endamên PJAK’ê wekî(osman caferî, şîva karger, hebîb tehmasbî, Yusif hatemî u....) ji partiyê veqetiyan û Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê (YDKurdistan) ava kirin.

Binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]