Paşgir

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Paşgir (zimannasî) hat beralîkirin)

Paşgir, paşpirtik, paşbendik (bi îngilîzî: suffix), di zimanzanistiyê da, coreyekê gireyan e ko bi paşiya morfemeka dî vedinûse. Ji bo mînak, peyva paşgir bi xwe jî ji pêşgira paş û paşgira gir çêbûye.

Du coreyên paşgiran hene: paşgirên tewandinê û paşgirên gerdandinê.

Paşgirên zimanê kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di zimanê kurdî da, gelek paşgir hene. Hindek ji wan paşgirên tewandinê ne, anko jibo diristkirina ramanên mîna kesê ko karî dikit an dema karî dihên xebitandin. Mînakên van coreyên paşgiran, paşgira -an e. Ev paşgir navê kom çêdike. Jibo mînak mirov dibe mirovan, kitêb dibe kitêban. Paşgireka dî ya tewandinê ye. Jibo mînak dema mirov dibêje: "Wî mirovî got". peyva mirov ditewîne, çawa ko ew jî tewandiye û kiriye .

Paşgirên dî navên nû çêdikin. Ev paşgir di zimanê kurdî da gelek ji yên bertir zehftir in. Jibo mînak paşgira -van peyvên mîna "Şivan", "bajarvan", "gavan", "bêrîvan", "bilûlvan" û gelekên dî çêdike.

Di zimanê kurdî da, carina peyv jî dikarin bibin paşgir. Jibo mînak dema kesek dibêje "sorgul", peyva "gul" ko bi tena serê xwe peyvek e, kevtiye paş peyva "sor" ko ew bi xwe jî peyvek e. Lê niha peyva Sorgul peyveka nû ye.

Hindek paşgirên kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Paşgirên tewandinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ev paşgir ji paşgirên gerdandinê kêmtir in, lê hindek ji wa ev in:

  • -an, jibo komkirinê
  • -im, jibo diyarkirina bikerê karî jibo kesê yekê yê kithejmar di doxa netewandî da.
  • -î, jibo diyarkirina bikerê karî jibo kesê duyê yê kithejmar di doxa netewandî da.
  • -it, jibo diyarkirina bikerê karî jibo kesê sêyê yê kithejmar di doxa netewandî da.
  • -n, jibo diyarkirina bikerê karî jibo kesên pirhejmar di doxa netewandî da.

Paşgirên gerdandinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di zimanê kurdî da, peyvên xweser jî dikarin wekî paşgiran bihên bikaranîn. Lê dîsa jî, gelek paşgir hene ko tenê wekî paşgir dihên xebitandin û bi zelalî xwediyên çi ramanên dî nîne. Hindek ji wan ev in:

  • -an
  • -ar
  • -av
  • -bar
  • -ber
  • -bir
  • -birr
  • -dar
  • -der
  • -dêr
  • -dir
  • -dirr
  • -e
  • -er
  • -gar
  • -ger
  • -gêr
  • -hêr
  • -nak
  • -ma
  • -mak
  • -me
  • -nak
  • -van

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]