Papa Yûhena Paulûs II
Papa Yûhena Paulûs II (18.5.1920-3.4.2005) ji sala 1978 heta 2005 papa bû.
Yûhena Paulûs II (anku, Yûhena Paulûsê Duyem, bi latînî: Joannes Paulus II) bi eslê xwe polonî ye û navê wî yê eslî Karol Józef Wojtyła ye. Ew sala 1920'î li Polandê hatiye dinyayê. Wekî tradîsyon papayê katolîkan ji yekê îtalî dihat hilbijartin û ji sala 1522'yê û vir ve ev kevneşopî dihate şopandin. Lê belê cara pêşiyê Karol Wojtylayê polonî di 16'ê kewçêrê 1978'î de wekî papa hat hilbijartin.
Papa Yûhena Paulûs II mirovekê gerxwaz bû û 104 caran çûye serdana welatên derve. Di dema desthilata YKSS'ya berê de wî gelek caran rexne li desthilata komunîstan digirt û piştgiriya opozîsyona Polondê dikir.
Papa Yûhena Paulûs II ku li gorî gelek bawermendên katolîk mezintirîn serokê dînî yê katolîkên cîhanê bûye di 2'ê avrêlê 2005'î katjimêr 21.37'î de mir.
