Parçikê bingehîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Parçikê bingehîn, keriyê hîmanî di fizîka parçikan da keriyekê atomê ye ko hêşta nehatiye zanîn dabêşî keriyên dî bibit. Eger keriyek bi rastî keriyeka hîmanî bit hingî dibit yek ji keriyên bingehîn yên gerdûn anko hebûnê ye ko hemî keriyên mezintir yên dî ji wê hatine çêkirin. Di bîrdoz anko teorî ya nûdema fîzîka keriyan da, li goreyê wî modelê dibêjinê Modela Standard, kuark, lepton û bosonên pîvikî keriyên hîmanî ne.

Bi awayekê dîrokî, hadron (meson û baryonên mîna nutron û protonan) û li deman demekê atom bi xwe jî keriyên hîmanî dihatin hesibandin. Hizira bingehîn di bîrdoza keriyên hîmanî da hizira kuantom (bi Inglîzî: quantum) ya sedsala bîstê ye ko şoreşek di têgehiştina me li tîdana karevayî-asinrevayî çêkir û mekanîka kuantom jê peyda bû.

Haviriyek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hemî keriyên hîmanî, li goreyê zivir anko spina xwe, an boson an jî fermion in. Bîrdoza amara zivirê amara kuantomê diyar dikit ko dibit sedema jihev vavartina boson û fermionan. Li goreyê vê şêwazzaniyê (=metodolojiyê) keriyên ko bi madeyî ra havildar in fermion in ko zivira wan nîv-hijmar e. Ev fermion dabêşî 12 çêjan dibin. Keriyên havildarî hêzên bingehîn boson in û zivira wan hijmara tivav e.

  • Fermion:
  • Boson:

Modela standard[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Modela standard a fîzîka keriyan 12 çêjên fermionên bingehîn, tevî dijkerî yên wan yên yek-bi-yek û bosonên bingehîn ko navberiya hêzan dikin û bosonên hêşta nevedîtî yên Higgî vedigirit.