Kirmaşan (parêzgeh)
Ji Wîkîpediya
| Kirmaşan
|
|
|---|---|
| Welat | Kurdistan (Rojhilat) |
| Dûgel | Îran |
| Parêzgeh | Kirmaşan (parêzgeh) |
| Bajar | Kirmaşan |
| Gelhe | 822.921 (2005) |
|
|
Herêma Kirmaşan, Kirmanşan an jî Kirmanşah yek ji herêmên Rojhilata Kurdistanê (Îran) u yek je 30 parêzgehên Îranê ye.
Ev herêm ji Kamyaran dest pê dike û heta Şahabad diçe. Di vê herêmê de bajarên Kirmaşan, Ciwanro, Tazawa, Bêstûn, Pawa, Sonqur, Rewanser, Sahane, Kengawer, Serpêlzahaw, Mahîdeşt, Kirênd, Qesrê Şîrîn, Gîlangerb û Şahabadhene.
Kirmanşah navê vilayet (ustaneḱî) mezine rojhilata Kurdistanê û her visa navê merkeza vilayetêye ev bajare û bajarên ser bi vê vilayetê xudî mêjûyeḱî kevnarin. Navê bajarê Kirmanşahê bi kurdî dibe Kirmaşan û navê qedîme vê Qirmîsen bûye.
Kirmanşah di teqsîmata ėevilîn de ustana ṗêncêye Îranê bû ku ustanên Hemedan û Kurdistan û Îlam jî li ser vê ĥisab dibûn. Piştre sê vilayetên navbirî jê cuda bûn. Di desṗêḱa şoreşa islamîye Îranê de navê vê vilayetê bû Baxteran û piştî çend salan bi zext û fişara nonerên Kirmanşahê di parlimana Îranê de careḱî din navê Kirmanşahê cihê Baxteranê girt. Di serjimarîya sala 2006an de nifûsa vê vilayetê 1902760 hatîye texmîn kirin û nifûsa merkezê vilayetê yanî bajarê Kirmanşahê divê serjimariyê de gihîştîye 765075 kesî. Bajarê Kirmanşahê 1410 mêtran ji derya azad bilintire.
Ev vilayete merkeza ĥikûmeta Sasanîyan bûye li bervêyekê asevarên gelik dîrokî û xudan qîmet divê vilayetê de mane, mina; Taqbostan, ketîba Bîstûnê û meėbeda Anahîta. Kirmanşahê li ber xatira cirecire bûna av û heva û mezheb û qevmîyetên vê leqeba Hindistana Îranê didinê. Bo mînak Qesrişîrîn xudanê av û hevayê germe û Sunqur û Pavê av û hevayê sar hene belê bajarê Kirmanşah xudanê av û hevayekî normale. Di vê vilayetê de Kurd, Lek (eşîrekî kurdan), fars, ereb tevlihev dijîn. Ji aliyê olê ve Şîėe, Sonî, Ehilĥeq (Yarisan), ermenî, asûrî û cihû bi hevre dijîn. Piranîya xelḱê vilayeta Kirmanşahê bi zimanê kurdî qise diḱin.
[biguherîne] Parêzgeha Kirmaşanê
- Kirmaşan (qeza)
- Harûnawa (qeza)
- Pawe (qeza)
- Ciwanro (qeza)
- Serpêlzehaw (qeza)
- Sunqûr (qeza)
- Sehene (qeza)
- Qesrîşîrîn (qeza)
- Kingawer (qeza)
- Umîle (qeza)
- Hersîn (qeza)
[biguherîne] Bajar
Bajarên vê vilayetê evanene: Kirmanşah merkezê vilayetê, Islamabada Ẍerb (Şehabad), Pave, Nosûd, Nodşe, Selasbabacanî, Civanro, Dalaho (Kirênd), Revanser, Serpulzehab, Sunqur, Seĥne, Qesrişîrîn, Kengaver, Gîlan Ẍerb, Hersîn.
[biguherîne] Cihên tûrîstî
Cihên torîstî ye vê vilayetê evanene; abşara derbend, Qebrê Babayadigar, Bîsitûn, Taqbostan, Qopya Mehşîdanê, Tekiya Mueavin Elmulk, Çartaqî, Rêjav, serava Revanserê, serava Nîlofer, şikevta piro, şiḱevta Qûrî Qelayê, qelaya Yezdgurd, koçka Sasanî, Qesrşirîn, gora Isĥaqvend, micesime (hêykelê) Hêrkol, mizgevta Ėimadidole, nîyayişgah (îbadetgeha) anahîta (CD Dêhxuda).
|
|
|
|---|---|
|
Azerbaycana Rojava | Azerbaycana Rojhilat | Bûşêhr | Çarmihal û Bextiyarî | Erdebîl | Fars | Gulistan | Gîlan | Hemedan | Hormozgan | Îlam | Îsfehan | Kirman | Kirmaşan | Kûgîluyî û Buwêr Ehmed | Kurdistan | Luristan | Mazenderan | Merkezî | Qazwên | Qom | Simnan | Sîstan û Belûçistan | Tehran | Xorasana Bakûr | Xorasana Başûr | Xorasana Rezewî | Xûzistan | Yezd | Zencan |
|

