Partiya Civaka Demokratîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Partiya Civaka Demokratîk
(Demokratik Toplum Partisi)
Das Logo der DTP
Hevserokên partiyê Ahmet Türk, Emîne Ayna
Damezrandin 2005
Damezrêner Leyla Zana, Orhan Doğan, Hatip Dicle, Selîm Sadak
Îdeolojiya politîk Sosyaldemokrat û kurdperwer
Bi kurtî DTP
Malpera partiyê http://www.dtp.org.tr/

Partiya Civaka Demokratîk (bi fermî: Demokratik Toplum Partisi, bi kurtî: DTP) partiyeke kurdan li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye.

Serî de wekî Tevgera Civaka Demokratîk (Demokratik Toplum Hareketi) xwe birêxistin kir. Ev partî rê û mîsyona HEP, DEP, HADEP, DEHAP'ê dişopîne û pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka herî mezin û herî girîng a Tirkiyeyê dibîne û li çareseriya wê digere. Bo cara yekem pergala "heman serokatî"yê xistiye nava birêvebiriya partiyên Tirkiyê. Aysel Tuğluk û Ahmet Türk heman-serokên pêşîn in. Paşê Ahmet Türk û Nurettin Demirtaş serokatiya vê partiyê kirin. Piştî ku Nurettin Demirtaş hate girtin û jibo leşkeriya tirkan hate birê kirin, Ahmet Türk û Emîne Ayna serokatiya DTP'ê kirin. Paşê Emîne Ayna bi wekalet serokatiya DTP'ê û serokatiya grûba DTP-ê a parlamentoya Tirkiye kir.

Di Kongreya partiyê ya duyem de, ku di 20'ê tîrmehê 2008'a li Enqereyê hate lidarxistin, Ahmet Türk û Emîne Ayna bûn serokê DTP'ê.

Di hilbijartinên herêmî yên 29'ê adara 2009'a de DTP hejmara şaredariyên xwe ji 56'a hilda 98'a û bi vê yekê serkeftî ji van hilbijartinan derket.

Di roja 11.12.2009'an de ji aliyê Dadgeha Yasaya Bingehîn a Tirkiyeyê ve hat girtin û ji damezênerê Ahmet Türk, Aysel Tuğluk û Leyla Zana re heyta 5 salan siyaset hate qedexe kirin.