Partiya Dadwerî û Werarê (Tirkiyê)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Partiya Dadwerî û Werarê (bi Tirkî: Adalet ve Kalkınma Partisi, AKP) yek ji partiyên siyasî yên Tirkiyê ye. Ev partî xwe wekî partiyeka şopparêz a navend-milê rastê di keskesora siyasî ya Tirkiyê da didit niyasîn. Hevrikên wê vê partiyê wekî partiyeka ne bi awayekê fermî Îslamî didin niyasîn ko bizavê dikit di çarçûva nijara bi-rijdî sekûlara Komara Tirkiyê da xebata xwe bimeşînit.

Kurtiyek[biguherîne]

Ev partî xwe şopparêzeka nerim-rê didit niyasîn. Vê partiyê di hilbijartinên parlemanî yên Tirkiyê li 22ê Tîrmeha 2007ê da 46.3% kursiyên parlemana Tirkiyê (340 kursî) bi dest ve anîn. Bi berhevdanana kursiyên wê di hilbijartinên sala 2002ê da, zêdebûneka berçav di kursiyan da peydakiriye. Li sala 2002ê tenê 34% ji kursiyan bi dest xistibûn.

Serokê partiyê, şehredarê berê yê Stenbolê, Recep Tayyip Erdogan e ko niha serokwezîr e.

Dîrok[biguherîne]

Kevne-endamên Partiya Refahê ev partî pêk anî. Partiya Refahê jibo demeka kin li sala 1996ê hukmeteka hevalbendane pêk anî, lê li sala 2000ê ji aliyê Dadgeha Bilind ya Qanûna Bingehîn bi tawana bizava jibo nehêlana sîstema sekûlara Tirkiyê hat berbendkirin.

Komeka endamên şopparêzên nerim-rê di Partiya Refahê ya berbendkirî da, ko bi Yenilikçiler anko guhartinxwaz dihatin niyasîn, li 14ê Tebaxa 2001ê, Partiya Dadwerî û Werarê damezirand. Bizava wan jibo xweşkirina biyava şopparêziyeka nerim-rê di sîstema sekûlar ya demokratîk ya Tirkiyê da bû. Li dema damezirandina partiyê da, Recep Tayyip Erdoğanî got ko kurî ya partiyê dîn nîne.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)