Partiya Komunîst a Tirkiyeyê/Marksîst-Lenînîst

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Partiya Komunîst a Tirkiyeyê / Marksîst Lenînîst (PKT/ML – bi tirkî Türkiye Komünist Partisi/Marksist-Leninist - TKP/ML), partiya komunîstê ku di 24'ê avrêla 1972’an de ji aliyê İbrahim Kaypakkaya û rêhevalên wî ve hatiye damezrandin. Di bin rêveberiya siyasî ya Partiyê, Artêşa Rizgariya Karker û Cotkar a Tirkiyeyê (bi tirkî Türkiye İşçi Köylü Kurtuluş Ordusu – TİKKO) eniya leşkeriya Partiyê û Yekîtiya Ciwanî ya Marksîst Lenînîst a Tirkiyeyê (bi Tirkî “Türkiye Marksist Leninist Gençlik Birliği – TMLGB”) jî beşa ciwanî ya Partiyê pêk tînin.

TKP/ML, li gor nêrin û analîzên Ibrahim Kaypakkaya, hewl dike ku bi rêya şera gel li Tirkiyeyê şoreşê çêke û bi rêya desthilatiya demokratîk a gel jî bigihêşe sosyalîzmê. Bingehîna îdeolojî ya TKP/ML MarksîzmLenînîzmMaoîzm (MLM) e.

TKP/ML îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk, kemalîzmê, wekê faşîzma leşkerî dinirxîne û lewra diparêze ku reya şoreşê li Tirkiyeyê di têkoşina çekdar re derbas dibe.

TKP/ML diparêze ku nifûsa Tirkiyeyê ji neteweyên tirk û kurd û herwiha ji gelek kêmneteweyen ve pêk te û ku neteweyê Kurd xwediyê mafa diyarkirina çarenûsa xwe ye, ango xwediyê mafa avakirina welatekî serbixwe ye.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]