Partiya Sosyalîst a Kurdistan
PSK - KIP Kurdistan Independent Party - Partiya Serbestê Kurdistan - Rojhellat www.psk2006.org
Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) di êvara sersala 1974an de li Bakûrê Kurdistanê hat damezirandin. Hingî navê partiyê "Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkîyê" (PSKT) bû, lê di kongreya partiyê ya 3an de, ku di sala 1993an de hat lidarxistin, partiyê navê "Tirkîyê" rakir û tenê "PSK" hişt. Ji destpêka damezirandina xwe heta vê gavê PSKê her tim ji bo çareseriyeke li ser bingeha dewletike federal ji bo Gelê Kurd kar û xebat kiriye. Herwiha PSK terefdarê serxwebûna Gelê Kurd e jî. Bes di nav şert û mercên, ku îro Kurdistan tê de ye, îro ji bo çareseriya pirsgirêka kurdî federesyonê maqultir dibînê. Heta kongreya 4an, ku di dawiya sala 2003an de hat çêkirin, sekretêrê PSKê Kemal Burkay bû, lê di vê kongrê de Burkay xwe bi paş de kişand û cîh bi dev hevalên xwe ve berda. Ev gava ku Burkay avêt hê li ti derê Rojhilata Navîn nehatibû kirin, ne li Kurdistanê û ne jî li imûmê coxrafya Rojhilata Navîn de. Navê sekretêrê giştî yê PSKê yê niha Mesut Tek e. PSKê di 20.11.2004an de 30 saliya damezirandina xwe li Almanyayê bi şahîyeke bi beşdarbûna bi hezaran kurd pîrozkir.
Endamên PSK û çend partiyên din ên biçûk di sala 2002an de di Tirkiyê de HAK-PAR damezrand.
PSK (partiya Sosyalist A Kurdistan )
[biguherîne] Bername ya PSK
Beşa l.
KURDISTAN ÇAWA BÛ KOLONî
Welatê me Kurdistan ku gelê Kurd ji hezar salan vir da li ser dijî, îro di navbera çar dewletan da (Tirkîye, Iran, Iraq û Sûrîye) parçekirî ye û gelê Kurd ji zêtirî 30 mîlyon nifûsa xwe, bindest e.
Kurdistan berê di navbera împaratoriyên Osmanî û Îran da bû du beş; ji ber gele şerên ku di navbera van herdu hukmên feodal û zordest da li ser Kurdistanê çêbûn, welatê me di agir û şewatê da xirab bû û hat talankirin; di aliyê aborî, civakî û çandî da şunda ket. Di vê demê da sazûma feodalî ya Kurdistanê jî bû astengek mezin li pêşpêkhatina yekitîyek merkezî.
Gele serhildanên netewî (mîllî) ku gelê Kurd di seranserî sedsala 19. da pêk anî, hemû jî serneketin, ji dewletên mezin ên kolonyalîstên Rojava, ku dixwestin tesîra xwe li heremê firehkin.
Piştî Şerê Dinyayê Pêşîn, Dewleta Osmanî hilweşî û Kurdistan ji cardin parçe bû di rûbarî xebata împeryalîstên ku, bi taybetî dixwestin warên dewlemend bi aliyê niftê bi destxinin. Îngilizan beşekî mezin ji cenûbê Kurdistanê di nav sînorê Iraqê da berdan ku bi wan ra girêdayî bû. Fransizan jî Cizîr û Çîyayê Kurd, ku bi aliyê niftê û erda çandiniyê gelek dewlemend e, bi Sûriyê va girêdan û xistin bin destê xwe. Beşa mezin a Kurdistanê ji Komara Tirkiyê ra ma ku nu saz bûbû li ser mêrata Dewleta Osmanî. Îranê jî para xwe ya kevn parast. Bi vî awayî Kurdistan bû çar parçe û heya îro bi vî halî ma.
Dewletên heremê û hêzên împeryalîst ku Kurdistan di nav xwe da parva kiribûn, gele serhildanên gelê Kurd jî, ku di sedsala 20. da çêbûn, bi xwîn û şewatê pelixandin û dijî gelê me hevkarî û piştgiriya hevdu kirin.
Him li Tirkiyê û Îranê, him jî li Sûriyê û Iraqê dewletên netewî çêbûn û ev welat, ji wê demê heya îro, di warê aborî, civakî û çandî da gelek pêşva çûn. Lê Kurdistan, ji ber zordestî û zêrandina giran, ji vê pêşveçûnê bêpar ma. Bi destê van dewletan û hêzên împeryalîst, heyiyên welatê me yên ser erdê û bin erdê hat talankirin. Gelê me ji niftê, ku bi tena xwe dikari bû bibe sedemê dewlemendî û pêşvêçûna welatê me, û ji madenên dinên dewlemend, wek krom, sifar, hesin, komir û fosfat tu feyde ne dît. Ew ji Kurdistanê tên kolandin û kişandin. Çem û robarên welatê me yên dewlemend jî usa bê feyde diherikin, yan jî, enerjiya ku ji wan tê girtin diçe derî welat. Kurdistan ku ta ji dema berê bi alî pez xudîkirinê gelek bi nav û deng e û ji alî çandiniyê xudî erdeke xurt û fireh e, dîsa jî gelê me îro di feqîrî û perîşanîyek mezin da ye. Van dewletana hemûyan jî, ta ji destpêkê heya îro, bona pêşvebirina aboriya Kurdistanê tu xebat nîşan nedan, lê sîyaseta talan û zêrandinê bi rêva birin. Bona vê yekê ye ku, di hemûyê van dewletan da, di navbera Kurdistanê û metropolê da ferqekî mezin çêbû.
Him li Tirkiyê, him jî li Iraq, Îran û Sûriyê, hêzên hasilkirinê gora xwe gelekî pêşva çûn, di warê dan û stendinê, çandiniyê û senayiyê gavên pêşavêtin. Bi vî awayî, pêvendiyên hasilkirinê yên feodalî bi piranî winda bûn û ciyê wan pêvendiyên kapîtalîst girt. Çêbûna wek milletekî û çanda mîllî gavên pêşavêtin.
Lê li Kurdistanê guhartin gelek hindik e. Sedemê vê zulm û zêrandina mezin e li Kurdistanê û li ser gelê Kurd. Ev dewletên ku welatê me di nav xwe da parçe kirine, bi salan e li Kurdistanê şer dikin, da ku berxwedana gelê Kurd ji bo azadiyê bipelixînin. Ji bo gelê me dawiya kuştin, qirkirin û koçê nayê. Welatê me tim ciyê agir û şewatê ye. Ji bo sibê tu bawerî tune û xelk di derdê canê xwe da ye; di rewşeke han da di warê aborî û civakî da guhartinên başçê nabin. Serda jî, ji ber ku di van salên dawî da, rejîmên zordest yên Tirkiyê, Iraq û Îranê, ji bo pelixandina tevgera Kurdî gelê me qir dikin, gund û bajaran, çol û çiyan xirab û wala dikin û heya çekên kîmyewî jî bi kar tînin, welatê me zêtir xirêbe bûye.
Zman û çanda gelê Kurd di her çar dewletan da jî zordestî dibîne. Ev zordestî xasima li Tirkiyê zef giran e. Dewleta Tirk bi rê olaxên ne dîtî, xwest ku zman û çanda gelê Kurd ji ortê rake û gelê Kurd bihelîne (asîmîle bike). Zmanê Kurdî di warê xwendinê, çapemenî, radyo û têlevîzyonê û di kar û barên resmî da hat qedexekirin. Di warê xeberdana rojane da jî pir caran, xwestin rê li Kurdî bigrin û ceza dane xelkê ku Kurdî xeber da. Ev zordestiyên han, îro jî hîn berdewam e û tesîreke xirab dikin li ser pêşveçûna gelê Kurd di warê civakî û çandî da.
Ji ber vana ye ku Kurdistan ketîye halê koloniyan. Pêvendiyên kolonî û metropolan di warê aborî da be, di warê civakî, sîyasî û çandî da be, bi her awayî xwe nîşan dide.
Kurdistan îro bazarek e ji bo bûrjûwaziya Tirk. Ew ji vir maddeyên xam û berên çandiniyê bi erzanî digre û berên sinayiyê difroşe vir. Serda jî, dewleta Tirk, ji bo nift, hesin, sifar, komir, krom, fosfat û elatrîka ku ji vir distîne tu qurişekî nade, temamiyê belaşdistîne; ji ber ku Kurdistanê wek milkê xwe dihesibîne! Lê ji bo avakirina Kurdistanê û bo xweşkirina jîyana gelê Kurd tu mesrefê nake.
Kurdistana bakûr (şîmal), karhêzekî erzan peyda dike ji bo kapîtalîst û axayên Rojava (Tirkîye). Xebatkar û ronakbîrên Kurd tim ji Kurdistanê bar dikin diçin û li Rojava bi cî dibin. Dewlemendiyên Kurdistanê jî tim ber bi Rojava diherikin û li wir dighên şiklê sermîyanê.
Ji ber vê çerxa zêrandin û zordestiya giran, gelê Kurd nikare pêşva biçe û bigihîje himçaxên xwe. Ev yek, di hemû warên jîyana gel da xwe nîşan dide. Eger îro li Kurdistanê hîn sazûmana eşîriyê, şêxtî û axatî ewqas xurt e, ji vê ye. Li alî din, feodafên han ji bo sazûmana kolonyalîst hevkar û bingehekî xurt in, da ku ew brkaribe Kurdistanê bi rehetî bizêrîne û gelê Kurd bike bin destê xwe
QANAXA P ÊŞ GELÊ KURD ŞORE;SA NETEWi û DEMOKRATiK
Bona vê yekê, îro qonaxa esasî û dîrokî li pêşgelê Kurd rizgariya netewî (mîllî) ye. Heya ku gelê Kurd bandûra beyaniyan li ser Kurdistanê negihîne dawî û sazûmaneke demokratîk ava neke, nikare azad bibe, nagihîje aşitiyê û nakeve riya pêşketinê.
Qonaxa esasî li pêşme şoreşa netewî û demokratîk e: Divê bandûra beyaniyan bê rakriin, bi reforma axê bermayiyên sazûmana feodalî bighê dawî û gundî bibî xudan erd, sazûmaneke demokrat bê avakirin, heyiyên Kurdistanê yên ser erdê û bin erdê bên parastin, aborî û çanda netewî pêşva biçe.
Rizgariya netewî bi destê gelê Kurd wê pêk bê. Heya ku kar û xebateke xurt nebe, rizgarî bi dest nakeve. Bona vê yekê, divê ji bifî hevkar û peyayên dijmin, hemû hêzên welatparêz -karker û gundî, bîrewer, mele, esnaf û hunermendê piçûk, ehlê ticaret û sinayiyê, xudanerdê mezin ên welatparêz û partiyên welatparêz ku van çîn û tebeqên civakî temsîl dikin, rêxistinên jinan û xortan di beriyekî (cephe) da yek bin.
PSK - ARMANC û RENG êN XWE
Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), li vê beşa Kurdistanê ku di bin bandûra Tirkiyê da ye, di dawiya sala 1974 da ava bû û di vî parçeyî da kar û xebat dike. PSK partiya karkeran, gundiyên feqîr û nîvçehal, esnaf û hunermendan, bîreweran û yê hemû xebatkarên din e. PSK, şoreşa rizgariya netewî li pêşiya xwe wek armanca nêzîk danîye.
Şikl û rengên tevgera rizgariyê, rê û olaxên wê û haletên ku bi kar bîne, girêdayî hal û rewşê zemîn û zeman e. Em dixwazin ku ev pirs bi rê-olaxên aşitiyê û li ser esasên heqiyê bê safîkirin û bi vî awayî, him gelê Kurd û him jî yên cîran zêde eza û cefa nekişînin. Lê ev tişt ne tenê di dest me da ye. Hêzên kolonyalîst heya nuha razî ne bûn ku heqên gelê Kurd nas bikin û îro jî hewl didin ku tevgera me ya ji bo azadiyê bi darê zorê bipelixînin. Di rewşeke han da, heqê me ye û ferz e ku, em jî, bi hemû rê-olaxên heq kar û xebat bikin û berxwedin, da ku dawiya zulm û zordestiyê bînin û bigihîjin azadiyê.
Partiya me di şerê rizgariyê da, gelê Tirk ê xebatkar, pêşverû û demokratên Tirk ji xwe ra wek hêzên dost dibîne, û qîmetek gelek bilind dide bo hevkarî û piştgiriyê bi wan ra. Di navbera avabûna demokratiyê li Tirkiyê û azadiya Kurdan da pêvendîyek xurt heye. Ew sîyaseta zordestiyê ku sazûmana kolonyalî dijî gelê Kurd bi rêva dibe, sedemê xurtbûna şoviniyê û mîlîtarîzmê ye di welat da. Ji ber vê ye ku, herdu gel jî gelek eza û cefa dikişînin û dewlemendiyên însanî û heyiyên welat telef dibin. Eger ji vê pirsê ra çareyek bê dîtin bi riya aşitiyê û li ser heqiyê, ji bo herdu gelan jî gelek başdibe.
PSK, di warê navnetewî da hemû hêzên ku bi alî xebatê, aşitiyê, azadiyê, demokratiyê, heqên mirovî, parastina derdor bin, ji xwe ra wek dost dibîne û bi xurtî piştgiriya wan dike.
ŞIKLÊ DERBAZBûNA SOSYALîZMÊ
Ji bo qonaxa dûr, armanca PSK sosyalîzm e. Partiya me ji bo azadiya mirovan bi her awayî û bo pêşveçûna wan bi her alî, sosyalîzmê hevce dibîne. Sosyalîzm dawiya her texlît zêrandin û zordestî ye di jîyana civakî da, azadî û wekheviya rastî ye.
Sosyalîzm li ser riya pêşveçûna miroviyê qonaxeke usa ye ku, bibê nebê, bi dû kapîtalîzmê tê. Mafê xebatkaran, ku piraniya gelên îro ew pêk tînin û mafê miroviyê bi awayekî giştî, di sosyalîzmê da ye.
Li alî din, ev tecrubeyên ku ji şoreşa Çiriya Pêşîn ya 1917 vir da çêbûn, başnîşan didin ku, avabûna sosyalîzmê demekî gelek dirêj dixwaze û di vê demê da hin caran di paşda vegerîn jî wê hebin. Dîsa ev tecrube nîşan dide ku, heya ku daxwaz û piştgiriya piraniya gel nebe, kes nikare sosyalîzmê ava bike. Ev jî tenê di sazûmaneke demokratîk bi pir partî û pir dengî da çê dibe, da ku piraniya gel bikaribe daxwaz û mêyla xwe bi serbestî nîşande. Divê civat bi aliyê aborî, sîyasî û çandî ji bo guhartineke han kemilî be. Derbazbûna sosyalîzmê, her usa jî, girêdayî rewşa netewî û navnetewî ye bi awayekî giştî.
Bi raya me, ji bo Kurdistanê sosyalîzm, îro ne armanca nêzîk e. Piştî rizgariya netewî, avabûna civateke demokratîk, pêşveçûn û bejndana aborî û çanda netewî û kemilîna civatê ji bo sosyalîzmê, demeke gelek dirêj wê bigre ku nuha em nizanin wê çiqas bikişîne.
Raya PSK ev e ku, derbazbûna sosyalîzmê bi temamî di rewşeke demokratîk da, bi daxwaz û piştgiriya gel, ango bi rê-olaxên aşitiyê wê bibe. PSK, di civateke demokratîk bi pir partî da, piştî hilbijartineke rizgar, ger bikaribe baweriya piraniya gel bistîne wê bê sêr hukim û programa xwe ya ber bi sosyalîzmê gav bi gav bi cî bîne. Kîngê baweriya gel windakir wê hukim berde û wek muxalefet kar bike.
REWS;A T KOŞîN GOR ŞERTÊ N TAYBETî DI HER PARÇEKî DA û PIRSA PIŞTGIRî û HEVKARîYÊ
Sînorên ku Kurdistan parçe kirine bi destê împeryalîstan û dewletên mintiqê û bê rizaya gelê Kurd hatine danîn. Gelê me ev sînor nasnekirin û tucar nasnake.
Dewletên ku Kurdistan di nav xwe da parçe kirine, piştgiriya hevdu jî dikin û hin caran van sînoran bi xwe dilivînin û jê derbaz dibin, bona pelixandina tevgera rizgariyê ya gelê me. Himber vê yekê, hevce ye û pewîst e ku hêzên welatparêz ên hemû parçeyên Kurdistanê jî di nav xwe da hevkarî û piştgrîyek xurt pêk bînin.
Li alî din, tevgera rizgariyê ya her parçekî, xudan pêvendiyên xurt e bi tevgera gelên cînar ra û tesîrên şertên dîrokî, avakî û sîyasî yên wê dewletê gelek li ser dibe. Têkoşîn li her parçekî, gora rewşa wî parçeyî bi rêva diçe, dibe ku di zemanên cuda cuda da dighê dawî û dawî jî ferq dike. Rêzbûna tevgerê û rêberiya wê li her parçeyekî, dikeve ser milê rêxistinên şoreşger ku li wî parçeyî di nav refên gel da rêzbûne.
PSK, ji bo rizgariya gel qîmetek bilind dide piştgirî û hevkariyê bi rêxistinên parçên dinê ra. Partiya me, kîngê hevce be, rexne û pêşnîyarên xwe wek dostekî dike, lê têkilî karê van parçeyan û rêxistinên wan nabe.
Rakirina sînorên ku îro Kurdistanê parçe dikin û pêkanîna yekitiya milletê Kurd ji armancên me ên bingehîn e, kîngê ev firsend derkeve, emê ji bo yekitiyê wê kar bikm. Divê di kêmayî da du parçên Kurdistanê rizgar bin, da ku meriv bo yekitiyê gavekî bavêje.
CUDABûN û YEKITIYA DEMOKRATîK
Rizgariya gelê Kurd bi heqê çarenûsî dibe. Divê gelê me karên welatê xwe bi xwe rêva bibe.
Bi raya Partiya me, ji bo Kurdistana Bakûr, ev yek bi du şiklî dibe: Yan gelê Kurd cuda dibe û dewleta xwe ya taybetî ava dike, yan jî bi gelê Tirk ra yekitîyeke demokratîk çê dike.
Di şiklê duduyan da, yekitî, divê bi federasyona du komarên (cûmhûrîyet) wek hev be. Ango, Kurdistan jî wek komarekê bi rêz be, hukumet û parlemena xwe ya taybetî hebe û qasî komara Tirkiyê xudî heq be.
Kîngê ji bo heqê çarenûsî rewşkamil bû, gelê Kurd dikare ji van herduyan yekî hilbijêre. Herdu şikil jî serxwebûn e.
BEŞA II.
Armancên Sîyasî
l.Hukma kolonyalî ya karbidestên Tirkiyê li ser Kurdistanê wê bê rakirin û li welatê me komareke demokratîk wê bê avakirin. 2.Li ser esasên wekhevî û gora mafên herdu alî bi welatên dinê ra pêvêndî wê bên çêkirin; hemû meqerên eskerî yên beyanî wê bêne rakirin. 3.Bo derxistina qanûnan û çêkirina hukumetekê li Kurdistanê, Meclisa Kurdistanê ya Neteweyî wê bê avakirin. ' Ev meclîs gor esasên wekhevî, giştî (ûmûmî) veşartî û yekcarî (yek dereceyî) wê bê hilbijartin. Hemû partî wê bikaribin bi serbestî di hilbijartinê da cî bigrin. 4. Hemû welatiyên ku 18 salê xwe temam kirine wê bikaribin ray bidin bo Meclîsa Netewî û meclîsên mintiqî; hemû welatiyên ku 21 salê xwe temam kirine; wê bikaribin ji bo van meclîsan bêne hilbijartin. 5. Hemû kes -nijad, zman, dîn û cinsê (jintî û mêrtî) wan çi dibe bila bibe- bê ferq û bi temamî wê xudan azadiya bîr û bawerî, dîn, gotin, nivîsandin û neşirkirin, rêzbûn, kombûn û meşînê bin. 6. Hemû hindikahiyên ku li Kurdistanê dijîn ji zordestiya netewî wê bên xilaskirin, heqên wan ên netewî û demokratîk wê bêne dayîn. 7. Di warê heqên mirovî da, esasên Daxuyaniya Heqên Mirovî ya Cîhanî ya Milletên Yekbûyî û Konseya Ewupê û Konferansa Parastin ve Hevkariya Ewrûpê (KPHE) li Kurdistanê jî bi temamî wê derbaz bin. 8. Qanûnên sazûmana kolonyalî wê bên rakirin, gor esasên komara demokratîk û mafên neteweyî, qanûnên nu wê bên danîn. 9. Di warê dadî (huqûqê) da sîstemeke demokratîk wê bê sazkirin; mehkeme serbixwe û hakim xwedî parastin bin. 10. Ji bo parastina komara demokratîk ordîyeke netewî wê bê sazkirin.
Avakirina Aboriya Netewî
11. Karxane, banke û madenên ku ji dewleta kolonyalî dimînin wê bibin milkê gelî. 12. Karxaneyên şexsî yên mezin ku başkardikin wê bimînin di destê xudiyan da; karxaneyên ku kara gelî tê da hebe wê bibin milkê gelî. 13. Kar û xebat wê bê kirin, da ku sermiyan û teknolojiya beyanî bê welat, di wê çarçuvê da ku kara gelî tê da heye. 14. Karxanên senayiya giran wê bên avakirin. l5. Esnaf û hunermendên piçûk wê bên parastin. 16. Sinetên piçûk yên gelêr wê bên parastin û bo pêşvebirina wan alîkarî wê be kirin. l7. Bo ku di hasilkirina enerjî û karê avdanê da ji avên dewlemend ên Kurdistanê başbê feydekirin, xebatek xurt wê bê nîşandan. l8. Bona parastin û firehkirina daristanên Kurdistanê, bona parastin û zêdekirina çivîkan, masiyan û heywanên nêçîrê û nebatan -bi kurtî, bona parastin û zêdekirina dewlemendiyên welat yên tebîyî û bona parastina dorber (tebyetê), tedbîrên mezin wê bêne girtin. l9. Di warê tûrîzmê da ji heyî û delaliyên welat wê bê feydekirin û bona pêşvebirina tûrîzmê xebat wê bê nîşandan.
Serrastkirina Kar û Xebatê
20. Warê kar û xebatê gor esasên ILO wê bê rêzkirin. 2l. Bo xebatkaran xebata rojane divê ji 8 saetî derbaz nebe. 22. Ji bo hemû xebatkaran hêqê avakirina sendîkan, bazariya komî û karberdanê wê bê naskirin. 23. Sazûmana parastinê ya civakî wê bê sazkirin, sîgorta betaliyê jî di nav da be. 24. Heddê emekdariyê, gor dirêjaya emr li Kurdistanê û gor şertên aborî û civakî û heddên navnetewî be. 25. Ji jin û sêwiyên şehîdên rizgariya netewî ra, ger hevcedar bin, meeşwê bê girêdan. 26. Herçî xebatkar, gor xebata xwe wê ucret bistîne. 27. Ji bilî karên ku wek alîkariya malbata wan be û dijî xweşiya wan nebe, xebitandina kesên ji 16 salî piçûk qedexe ye. 28. Ji bo jinan di warê xebatê da wekhevî wê hebe; jin û mêr, bo karê bi qasî hev, ucreta bi qasî hev wê bistînin; Ji bo safîkirina problemên jinan, ku ji zaro anînê pêk tên, tedbîrên qanûnî wê bên stendin. 29. Karker di rêvabirin û kontrola kargehan da wê xudî par bin 30. Tiştên ku ji bo mirovtiyê rûreşîyek mezin e, wek parsokî û fuhş, wê bên qedexekirin; bo hemû kesan kar wê bê dîtin ku besî îdara wan bike. 3l. Ji bo hemû kesên ku dixebitin mehek îzin û îmkana wêhsgirtinê wê bê temînkirin û ew di vê demê da ucreta xwe jî wê bistînin.
Reforma Axê û Gundîtî
32. Bi reforma axê hemû erdên fireh ku di dest xudanerdê mezin da ne wê bê standin û bibe milkê netewî; Di nav xudanerdê mezin da herçî kesê ku alîkariya şoreşê kirîye, bedêleke minasib wê bistîne; herçî hevkar û alîkarê dijmin tu bedêl nastînin. 33. Ew gundiyên ku axa wan tune, yan jî besî wan nake, li wan axa belaşwê bê parvekirin; bona çêkirina kooperatîfan bi dildarî, alîkariya gundiyan wê bê kirin; haletên çandiniyê yên modern bê dayîn; bona fêrbûn û bi cîanîna usûl û fenên çandiniyê, merivên zana û pispor alîkariya wan wê bikin. 34. Hemû çêre wê bibin milkê cimaetê û ji wan bi usûlên zanistî wê bê feydekirin; Xudîkirina pez û dêwêr, alafê wan, dermankirina nexweşiyên wan; berhevkirin, çêkirin û parastina berên wan wê bi usûlên modernî pêk bê û di vî warî da alîkariya gundiyan wê bê kirin. 35. Dênê gundiyên feqîr û nîvçehat, bi temamî wê be rakirin. 36. Gundî wê bikaribin têr qrêdî bistînin û ew ji şêlandina faîzxweran wê bên xilaskirin; faîzxwerî wê be rakirin. 37. Bi çi navî dibe bila bibe, baç û beşên ku mîr, axa û şêx ji gundiyan distînin û suxreyê ku bi wan didin kirin wê bê rakirin, pêvendiyên hanê ku ji dewra derebegî mane wê bêne qedexekirin. 38. Bo birina rê, elatîrik û avê û bo çêkirina dibistan, kitêbxane, û ciyên xweşiyê li gundan, çi xebat lazim e, demek berê wê bê kirin.
Terbîye û Çanda Netewî
39. Zmanê Kurdî di Kurdistanê da wê bibe zmanê resmî; Herdu zaravayên Kurdî ku li Kurdistana bakûr tên qisekirin, Kurmancî û Zazakî, wê bikaribin li ser esasên wekhevî û bi serbestî bi kar bên û pêşva biçin; bi hevkelîna zaravan û yekitiya zman, di dahatû da û bi şiklekî tebîyî wê çêbe. 40 .Sazûmana zanyariyê wê demokratîk be, gor esasên zanistî û mafên gel be. 41. Xwendina bingehîn heya 16 salî wê mecbûrî be; xwarin, cil, haletên xwendinê ji bo hevcedaran wê belaşbe. 42. Xelkê Kurdistanê ku bi piranî bê xwendin û nivîsandin e, bi riya xwendina mezinan ji nezaniyê wê bê xilaskiim. 43. Xebateke xurt wê be kirin, bo ku zmanê nivîsandinê û edeba Kurdî, ku heya nuha di bin zordestîyeke mezin da şunda maye, di demeke kurt da li çaralî Kurdistanê di nav millet da bi firehî bê fêrbûn; di xwendegehan da, di warê çapemenî û weşanî da û di hemû warên din da, bi her awayî bi kar bê û pêşva biçe. 44. Bona ku hemû welatiyên me xwe pêşva bibin û jêhatî bin û bona ku ji huner û çand para xwe bistînin, çi lazim e wê bê kirin. 45. Ji bo xweşiya ciwanan bi alî ruh û laş, spor qîmeteke mezm wê bibîne û navendên çandî yên ciwanan bêne vekirin; Her usa jî, bona ku spor di jîyana hemû gel da ciyê xwe bigre, çi xebat lazim e wê bê nîşandan. 46. Karên dîn û dewletê ji hev wê bên cudakirin; Hemû kes di bîr û baweriyên xwe yên dînî da wê serbest bin; li kesî zordestî wê neyê kirin û ji kesî ra mumtazî wê neyê naskirin. Firsend ji dest şêxan û kesên dinên kevneperest wê bê girtin ku ew nekarin dîn ji xwe ra bikin halet û pê xelkê bixapînin. 47. Bona ronahî dîtin û pêşvebirina dîrok, huner û çanda milletê me xebat wê bê kirin. 48. Li şop û efrandinên dîrokî yên Kurdistanê wê bê gerîn, ewê bên nukirin û parastin. 49. Hemû gelên hindikahî ku li Kurdistanê dijîn, wê bikaribin zmanê xwe bi serbestî bi kar bînin; di warê xwendin, zanyarî, hunermendî û hwd. da serbest û xudî firsend bin.
Derheqa Jinan
50. Bo ku jin ji bindestiyê xilas bin, di jîyana cimaetê da, di warê kar û di warê sîyasî û civakî da bigihên dereca mêran, çi lazim e wê bê kirin. 5l. Xirabî û tedayên ku li jinan tê kirin, ku ji dema derebegî heya îro mane, wê bên rakirin; di mal da jî, li jinan teda û lêdan wek curm hê hesibandin û bona rakirina tiştên hanê tedbîr wê bêne standin. 52. Bona fêrbûn û pêşveçûna jinan xebatek xurt wê bê kirin û ew jî wê bikaribin ji firsêndên zanyariyê qasî mêran feyde bibînin. 53. Qelen wê bê rakirm.
Mal û Bajarvanî
54. PSK gelê me ji malên kevnare û ji qurbaniya erdhêjan û şepeyan wê xilas bike; Gundiyên mê ji ciyên piçûk û kevnare wek gom û mezran wê bên xilaskirin. 55. Herkes gora ehlê xwe wê xudî maleke sihhî û modern be; Kirê wê di bin qontrola dewletê da be û herçî hevcedar wê alîkariya kirê bistînin. 56. Di avakirina bajaran û malan da, hatin û çûnek rehet, paqişiya hewayê, ciyên hêşîn, park û xweşîkî wê li ber çav be û bo bajarvanîyeke himçax, bi zanyarî û plan wê bê karkirin. 57. Bi cî anîna îmkanên xwarinê ku meriv hevcedar e, birçitiya eşkere û ya veşartî wê bê rakinn. 58. Bona xweşiya gel çi lazim e wê bê kirin; di nexweşxane û ciyên xweşiyê yên dewletê da, bo kesên hevcedar lênêrîn, xweşkirin û dermankirin wê belaşbe. 59. Ji bo zarokan têr malê zarokan (kreş) wê bên vekirin; zarokên bêkes bi destê dewletê wê bên xudîkirin û parastin. 60. Nexweş, seqet û pîr û kalên hevcedar bi destê dewletê wê bên parastin û xudîkirin.