Partiya Sosyaldemokrat a Awistriyayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Serokê partiyê Arma partiyê
Alfred Gusenbauer (Erster Mai 2006).jpg
Logoya SPÖ'yê
Agahiyên bingehîn
Damezrandin: 31'ê berfanbar 1888 / 1'ê rêbendan 1889
Cihê damezrandinê: Hainfeld
Serokê partiyê: Alfred Gusenbauer
Bundesgeschäftsführer: Josef Kalina
Reinhard Winterauer
Endam: 300.000
(Dem: 2005)
Rêjeya mêra: derdora 70 %
Ji aliyê dewletê ve
Îdarekirina partiyê ya aborî:
derdora 8,7 milyon € (2004)
Organîzasîona partiyê:
9 rêxistinê herêmî
114 rêxistinê navçe
3589 rêxistinê mehelî
Malpera fermî: www.spoe.at

Partiya Sosyaldemokrat a Awistriyayê (bi almanî: Sozialdemokratische Partei Österreichs - SPÖ) partiyek polîtîk a Awistriyayê ye.

Partiya Sosyaldemokrat a Awistriyayê ku heta sala 1934'a navê wê "Partiya Sosyaldemokrat a Karkeran" (Sozialdemokratische Arbeiterpartei - SDAP) û ji sala 1945 heta 1991 navê wê "Partiya Sosyalîst a Avûstûrya" (Sozialistische Partei Österreichs) bû, yek ji kevintirîn partiyên Awistriyayê ye û yek ji du partiyên mezin ên vî welatî ye.

Ji sala 1945 heta niha 12 ji 25 serokên hikûmetên Awistriyayê ji Partiya Sosyaldemokrat a Awistriyayê bûn. Niha serokkomar, serokê hikûmetê (ji 11'ê rêbendan 2007) , seroka parlemanê (Nationalratspräsidentin) û çar ji neh parêzgarên welêt (Wien, Burgenland, Salzburg û Steiermark) ji vê partiyê ne.